Ustad Ehmedê Ebûlqasimî

Ev hafizê Qur’anê di dehê gulana (10 xordad) sal ya 1347-ê K.T. li bajarê Tehranê li malekî olî da hat dinyayê. Oldarîya derdorê wî û viyana dê û bavê wî bû sedem ku ji zarokatîya xwe ve meyla wî ji Qur’anê û xwendina Qur’anê re çêbe. Ehmedê Ebûlqasimî di 8 salî de li mizgefta Imam C’eferê Sadiq (a.s.) li bajarê Tehranê  xortekî nû gehiştî dît ku sûretên dumahîkê yên Qur’anê bi awayê ustad ‘Ebdulbasit dixûne û eva ha bû sebeb ku cezbê Qur’anê bibe, û piştî gohdana dengê vî ustadî li ser şirîta meyla wî bo xwendina Qur’anê pir zêde bû.

Ehmedê Ebûlqasimî di sala 1362-ê K.T. da mijûlê dersxwendinê bû li dewra navê da û ji bona dewamdana xwendinê, rişta elektronîk ya Huneristana Rahiyanê Quds ji xwe re bijart…

Ewî gelek ji zanînên Qur’anê hez dikir û ji ber vê yekê pey ket, heya di sala 1378-ê K.T. da lîsansa ‘ulûm yê Qur’anîya xwe ji Zankoya Ilahîyat a Zanîngeha Tehranê wergirt.

Ebûlqasimî di sala 1372-ê da zewicî û vê gavê keçeka wî heye. Jina wî jî pir hej Qur’anê û xwendina wê dikê û ji ber vê jî niha 2 cizûk ji Qur’anê ji ber kirine. Ebûlqasimî ji nav riştên hunerî hej nivîsandina xet û ji nav riştên ‘ilmî hej fîzîk û ji nav riştên werjişî hej melevanîya dike.

Ebûlqasimî dest avêtîye jiberkirina Qur’anê jî û di 18 meha da 7 cizûkên Qur’anê ji ber kirine. Ewî di gelek jêbirkên Qur’anê da şirîkatî kirîye û gelek caran rutba ewil bi destê xwe ve anîye, û di sala 1371-ê K.T. da jî jêbirka navnetewî ya Qur’anê li Malezya şirîkatî kirîye

Ebûlqasimî di bingeha Qur’anê da jî xebitîye û vê gavê berpirsiyarê damizreh a Qur’anê ye li welatê Albanî. Ewî pirtûkek jî nivîsîye ji bona hînkirina Qur’anê ku hatîye wergêran ser zimanê albanî.

Ebûlqasimî celsên zehfî hebûne û li wan celesan da seydayê ‘elimandin ya suwt û lehnê da dawerî kirîye. Ew li ser wê bawerîyê ye ku seydayên berketî: ‘Ebdulfettahê Ş’eşa’î, Muhemmed Siddîyq Minşawî, ‘Ebdulbasit, Şehat Muhemmed Enwer û Raxib Mustefa Xelweş qarîyên seratir û pêştir yên welatê Misrê ne.s