Ignaz Goldziher

Eger çi Goldziher ji mezintirîn dijminê ol ya Islam û Qr’anê tê jimartin bi vî hal rojhilatnasên almanî di barê Islam û Qur’anê da pirtûkan nivîsîne ku navê wan bila bê gotin. Ji ber vî eger ji zanayên ku hatin gotin, navê neyê gotin ev tiştekî xelet dibe. Goldziher ji xelkên Mecaristanê û ji ola Cihû ye. Li bajarê Yunîd di sala 1850-ê da hate dinyayê. Pirê temen yê xwe bona ders, behs û telîfa derbas kir û pirê jîyana xwe jî li bajarê Budaspet borand. Di ewilên sal yên xizmeta ‘ilmî ya xwe bi dersdan mijûl bû. Paşê gehîşt meqama ustadî ya zanîngehê û îdî karê wî gehîşt cîhekî ku rojên wî tenê bi ders, behs û telîfa derbas dibû. Ew hê ne gehîştibû bîst salî xwe bi alîyê rojhilatnasî ve kişand û di sala 1921-ê da jî mir.