Arthr Arbri (Artûr Arbrî)

Profesor Artûr Arbrî kesek ji şexsîyetên ‘ilmî yên mezin e ku bona têgehîştîna baş a Qur’an gelek zihmet kişandîye û ji rêya insafê şaş ne bûye û dûr maye ji te’essuba olî û ji meselên sîyasî ya pewrewên mektebên rexneger yên qirna nozdehemê awrûpa, wergera lefzî ya Qur’anê çê kirîye.

Profesor  Arbrî di malbatek derecedar yê hêzên deryayî li bajarê Portismus  di 12 mehê sala 1905-ê da ji dayîk bû.

Ewilîn mamosteyê zanîn yê islamî Arbrî, doktorek ‘efîf bû, lê paşê ji dersên Prof. Nîkson û Prof. Lûî jî behre girt. Ew merhelên têvel derbas kir ku xwe gihand ustadîya kursî ya farsî û ‘erebîya Zanîngeha Kemprîc. Berhemên ku ewî hazir kirîye pêk tê ji

1-     Naveroka pirtûkên xettî yê îranîya pirtûkxaneya Hind, sala 1935

2-     Naveroka pirtûkên xettî yê ‘erebîya pirtûkxaneya Hind, sala 1936

3-     Islama îro sala 1944

4-     Sitranên îranî 1950

5-     Qur’ana Pîroz 1954

6-     Mîrasa Îran 1954

7-     Maf û înqilab di islamê da 1957