Başa yekem

Nasîna Qur’an a Pîroz di nirînên têvel da

Dûrketin ji Qur’anê sedema ewila paşvemayînê ye

Destpêka paşvemayîn a miletê Islam, piştî dûrketin ji ‘emelkirina fermanên Qur’an a Pîroz bû. pirtûka ku baştirîn û berfirehtirîn fermana bona jîyana mirova anîye û girîngtirîn mertal bona parastina wan ji goneh, fesad û paşveketinîya bû.

Kitêba ku ji gelên mirî, bêtirîn civakê pêk anîye û serokatîya wan li ser hemû gelên dinyayê di bin sîbera (ßäÊã ÎíÑ ÇãøÉ ) garantî dide.

Qur’ana Pîroz bi ‘inwana ronakgerê jîyan ji alîyê Xwedayê Mezin ji bona mirova ra pêşkêş bûye û wadê daye di bin sîya ‘emelkirina bi wê ve mirov bi hemû me’arif (nasîn) û heqîqetan digihîje.

Cudabûna ji vê m’edena giranbiha û girîng, bû ewilîn sedema paşveketin ya gelê islamê ji demên borî da. Û ev paşveketin hêdî hêdî ji ‘esrên berê dest pê kir heya îro hemû alî ve pêş ve ketîye.

Naxwe Qur’an rêberê mirova ye bi alîyê se’adet û dilgeşîyê û parêzerê mirova ye ji zilet, bêbextî û helaketê.

Li seranserê cîhan, Qur’ana Pîroz tenê ne ji bo ehkamên fiqhî hatîye naskirin belkî pirtûkeke ku şamila qanûn yên sîyasî, qezaî û cezaî, bajarî, civakî, cismî, ruhî, madî, m’enewî û exlaqî hatîye naskirin.

Bona naskirina Qur’anê nêrînên têvel hene ku emê bala xwendivanên hêja bi hinekên wan bikêşînin:

1- Mezinatîya Qur’an di nêrîna biyanîyan da

Bona cara ewil Qur’ana Pîroz di qirna yekem an duyem ya Koçî da bi zimanê berberî li rojaya Afrîqa û paşê bi zimanê farsî û di çaxa çarem da bi zimanê tirkî hatîye wergerandin û di sala 1143-ê Koçî ya Hîvî da Robert Kont Qur’anê ji ‘erebî bi latînî û paşê bi zimanên zindî û navdarên cîhanê wek: firansî, almanî, ingîlîzî, îtalî, holendî, rûsî û xêncî wan jî hate wergerandin û weşandin û bi vî rêbaz heqîqet û taybetên m’enewî ya wê da qasî li ser ‘alemîyan diyar û sabit bû. Û zanayên bi insafê awrûpayî û xiristanîyên ku li pey mafê çûne û qala insaf û mafgotinê kirine. Her yek ji wan, ku bi dora xwe digel mîzana m’elûmat  û istifade ji behra kûr û bê dawî ya vê pirtûka ezmanî girîngî û meqama wê nivîsîne. Nav û nêrînên hinekê ji wan pêk hatîye ji:

1)      Gothe, helbestvanê navdar yê almanî dibêje: “Salhayên dirêj keşîşên ji Xweda bê xeber, me ji ramankirina heqîqet yên Qur’ana Pîroz û Mezin, mehrûm kirin, lêbelê ji ber pêşveçûyîna ‘ilm û zanîn perdeyên nezanî û te’essuba bê cîh hate rakirin û ev kitêba giranbiha  bala ferdên beşer alîye xwe ve kişand û bû navenda raman a mirovên cîhanê.”

2)      Tomas Karlayil zanayê navdar û dîrokvan yê Skatlendî dibêje: “ Ev nukte diyar e; ku her gotarê rast û heqîqî di dilan da jê ra cîhekî taybet heye û maf ew e ku hemû kitêbên yên ezmanî û ne yên ezmanî li hemberê Qur’an piçûk û bê qedr in.”

3)      Lion Tolstoy fîlozofê mezin yê rûsî dibêje: “Qur’an şamila perwerde, heqîqet, ronahî, eşkera û hêsanî ye û pirê mirova ji her qonaxa dikarin ji wê behregir bin.” Herweha dibêje: “Ayet û beratên Qur’an a Pîroz li ser meqama bilind a ola Islam û pak û paqijîya kesê ku ewê anîye, delalet dike.”

4)      Bernard Şav fîlozofê navdarê ingîlîzî, ewqas pesnê Resûlê Ekrem (s.a.a.) dide û dibêje: “Ew xilasgerê cîhan û mezintirînê pêxemberan e û herweha li ser vê dinayê hukûmet dikir û hemû pirsgirekên beşerîyetê li ser pişt hev digel hikmet û dirayeta xwe hel kir.” Dîsa dibêje: “Ola Muhemmed (s.a.a.) olek e ku bi hemû dewrên jîyana beşerî minasib e û dikare her neslî alîyê xwe ve bikêşîne û ez dinhêrêm ku awrupa di pêşerojan da ewê ol û kibêba ezmanî yê Muhemmed (s.a.a.) bipejirîne û şunwarê wa jî niha tê dîtinê.”

5)      Gostaw Lebun filozofê mezin yê ingîlîzî dibêje: “Fermanên exlaqî ku Qur’an ewan anîye, eslê edeba hêja û kurtaîya xîm a exlaqê baş e ji pirê edeba ku di Incîlê da jî hatîye ji ser wan ra ne.”