HEVAL

Dûst–hogir

Dûst

Pêxember (s.a): H er kes li ser rêçka dûstê xwe hereket dikê, vêca her yêk ji hewe bila lê binêrê kanê di gel kî dûstînîyê dikê.

Imam ‘Elî (s): D ûst nêzîktirînê nêzîka ye.

Imam ‘Elî (s): K esê ku dûst tinebê ewî zexîre tine.

Imam ‘Elî (s): D ûst yêk rihin li çend bedena da.

-Hev şiklîya nefsan

Imam ‘Elî (s): N efsê şiklên muxtelif hene vêca ewên ku hev şikl bin ew di gel yêk rêk û pêkin û xelk ji hev şiklên xwe çêtir hez dikin.

Imam ‘Elî (s): H emî hej yê wek xwe dikin.

- kesê layiqê dûstînîyê

Pêxember (s.a): X weşbext tirînê xelkê ewe yê ku di gel mirovqencan çûn hatinê bikê.

Imam ‘Elî (s): M eslehet û duristî ya zehftir li hevaletîya xwey fikir û xwey ‘eqlan da ye.

Imam ‘Elî (s): K esê ku te de’wet bikê bal xanyê ebedîve (axretê ve) û ji ‘emel kirina wêra arîkarî ya te bikê ew dûstê dilûvane.

Imam Sadiq (s): Ç i kesî dûstê xwe yê semîmî nav nede heta tu ewî pê sê tiştan imtihan nekî: Dema te ew nerihet kir lê binêre kanê wê nerihetîya wî ewî ji rêka heq derênê û bikêşê bal batilê ve yan ne, û pê pare û dînar û dirheman, û li seferê da.

Imam Sadiq (s): D i gel kesekî dûstî û hevaletyê bike ku tu pê wê bixemilî, di gel wî kesî hevaletyê neke ku xwe bi te bixemilênê.

-Kesê Ku Layiqê Dûstyê Nîne

{roja ku zalim herdu destê xwe gez dikê, dibêjê: Xwezî min di gel pêxember dûstînî kirba, way bu min, xwezî min di gel filan kesî dûstî nekirba, birastî ewî ez ji zikirê Xudê wunda kirim paş ku bu min hatî. Û şeytan mirov didê şermê} Furqan/ 37

Pêxember (s.a): li dûstî û hevaletîya wî kesî da ku ew tişta bu xwe divê bu te nevê, xêr û xweşî bu te nîne.

Imam ‘Elî (s): E w kesê li hevaletîya te da arîkarîya te li ser nefsa te nekê hevaletîya wî bu te webale eger tu bizanî.

Imam ‘Elî (s): X we ji hevaletîya di gel fasiqan û derewkeran û kesên ku eşkere gonehan dikin, biparêze.

Imam ‘Elî (s): D ûstê mirovê nezan li zehmet û nexweşyê da ye.

Imam ‘Elî (s): X we ji hevaletîya fasiqan biparêze çiko neqencî bi neqencîyê ve digirhê.

Imam ‘Elî (s) - bu korê xwe Imam Hesen - : Korê min xwe ji hevaletîya mirovê ehmeq biparêze çiko ew dixazê menfe’etê bidê te ema (j ber ehmeqîya xwe) zererê li te didê.

Imam Zeynul ‘abidîn (s) - bu korê xwe Imam Baqir (s) - : Xwe ji hevaletîya wî kesê ku sera mirovên xwe nadê biparêze, çiko min li sê cihan li kitêba Xudê da dîtîye ku le’net lê hatî kirin .

Imam Riza (s): Dûstê mirovê nezan li zehmetê da ye.

-tişta ku dustînyê xirab dikê

Imam ‘Elî (s): D ema mirov dûstê xwe nerihet bikê wê mirov ewî ji dest bidê.

Imam ‘Elî (s): H esûdîya dûstan ji nesaxîya hejê kirinê ye.

Imam ‘Elî (s): B ila gumana xirab serdestîyê li te nekê çiko ew (gumana xirab) çi rêkê navbeyna te û dûstê te da nahêlê.

Imam ‘Elî (s): H er kes bihana (bune û bihane) li dûstê xwe bigirê dustîya wî tê birîn.

Imam ‘Elî (s): H er kes di gel birayan cirekêşyê bikê dûstên wî kêm dibin.

Imam Sadiq (s): E ger te bivê dûstîya hevalê te bu te saf û xalis bibê, di gel wî ‘henekan neke û di gel wî cirekêşyê neke û xwe li ser wî qudde neke û di gel wî cirekêşyê neke .

Imam ‘Elî (s): C irekêşî dustînîya kevin xirab dikê, û girê ya qewî ya dustînyê ji hev vedikê, kêmtirîn tişta li cirekêşyê da heyî ewe ku herduka divên li hev serdestyê bikin, û ev serdestî xwestin sebebê ‘eslîyê birîna dûstyê ye .

-‘hudud û sînurê dûstînîyê

Imam ‘Elî (s): D ûstî ya rastî ewe yê ku te li derheq ‘eybên te da nesîhet bikê, û li paş teve ‘heysiyeta te hifz bikê û te li ser xwera bigirê.

Imam ‘Elî (s): T u bi temamî ‘hej dûstê xwe bike, lêbelê bi temamî i’tibarê pê neke.

Imam Sadiq (s): D ûstyê hinek ‘hudûd hene, vêca ew kesê ku evan ‘hudûdan yan hinek ji wan r’ayet bikê (dustînyê di gel bike), eger ne tu ewî dûst hesab neke, ya ewil: Ewe ku xef û eşkerê wî bu te wek hev bin, ya duyê: Ewe ku serfirazî û serbilindîya te, ya xwe bizanê û şerm û ‘eyba te, ya xwe hesab bikê, ya sisîyê: Ewe ku rîyaset û malê dinyayê exlaqê wî derheq te da ne guhurînin, ya çarê: Ewe ku ew qasî dikarê derheq te da teqsîratyê nekê, û ya pêncê: Ku beraberê van hemîya ye ewe ku li tengavîyan da terka te nekê.

-çêtirîn heval

Pêxember (s.a): Ç êtirîn heval ewe yê ku zehftir rêk bikevê û kêmt i r dijatyê bikê.

Imam ‘Elî (s): K esê ku bu ta’et û ’ i badetê Xudê arîkarîyê bikê çêtirîn hevale.

-heqê hevalan

Imam ‘Elî (s): D ûstînî yê di gel çi dûstê xwe ne bire eger çi neşukr bê.

Imam Zeynul ‘abidîn (s): E ma heqê hevalan, ewe ku tu hevaletîya wî bikî bi başî û insafê, û çewa ku ew qedrê te digrê tu jî wereng qedrê wî bigrî û li qencî kirinê da pêşyê jê bstîne û eger ewî pêş teda qencî kir tu cihê qencîya wî tejî bikî, û tu hej wî bikî çewa ku ew hej te dikê, û dema ewî vîya gonehekî bikê tu men’a wî jê bikî, tu bibe rehmet bu wî nebe ‘ezab û zehmet .