Di Qur`anê da rabbena

1- رَبَّنَا آتِنَا فِي الدُّنْيَا حَسَنَةً وَفِي الآخِرَةِ حَسَنَةً وَقِنَا عَذَابَ النَّارِ. بقره آیه 201  

“Xudayê me! Tu ji bona me ra di cihanê da û di dan û gavê para da ji qencîyan bide û tu me ji şapata agir biparisîne.”

2- رَبَّنَا أَفْرِغْ عَلَيْنَا صَبْرًا وَثَبِّتْ أَقْدَامَنَا وَانصُرْنَا عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ. بقره آیه 250  

“Xudayê me! Tu li ser me da hewdanê vala bike û tu di hemberê wan da pê me bi cîh bike (ku ji şûna xwe nehejin).” Û tu arîkarya me li ser komalê file bike.”

3- رَبَّنَا لاَ تُؤَاخِذْنَا إِن نَّسِينَا أَوْ أَخْطَأْنَا رَبَّنَا وَلاَ تَحْمِلْ عَلَيْنَا إِصْرًا كَمَا حَمَلْتَهُ عَلَى الَّذِينَ مِن قَبْلِنَا رَبَّنَا وَلاَ تُحَمِّلْنَا مَا لاَ طَاقَةَ لَنَا بِهِ وَاعْفُ عَنَّا وَاغْفِرْ لَنَا وَارْحَمْنَآ أَنتَ مَوْلاَنَا فَانصُرْنَا عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ. بقره آیه 286  

“Xudayê me! Tu me bi wan sikatîne, ku me ewan bi bîrva kirî, ya jî bi xeletî kirîye, gunehkar ne­ke. Xudayê me! Te ça ewan merivne berya me da borî barne giran li wan kirîye, wusa li me jî neke. Xudayê me! Ewa barê ku hêza me nagihîje, li me neke. Û (Xuda!) tu sikatîne me ji bona me ra li ser me rake û tu me bibaxişîne û tu li me dilovanî bike. Serkarê me hey tu î. Îdî tu li ser komalê file, arîkarya me bike.”

4- رَبَّنَا لاَ تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ إِذْ هَدَيْتَنَا وَهَبْ لَنَا مِن لَّدُنكَ رَحْمَةً إِنَّكَ أَنتَ الْوَهَّابُ   .آل عمران آیه8

Xwedayê me! Tu dilê me ji piştî, ku te em anîne rêya rast, îdî xar neke û tu ji bal xwe, ji bona me ra dilovanîyekî bide. Bi rastî hey tu yî, ku bê baha pir dayînê dikî.

5- ربَّنَا اغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَإِسْرَافَنَا فِي أَمْرِنَا وَثَبِّتْ أَقْدَامَنَا وانصُرْنَا عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ. آل عمران 147  

Xwedayê me! Tu ji bona me ra gunehên me û ewan dest belavînê me bibaxişîne û (Xweda! Tu) pê me di hemberê neyaran da bi cî bike û tu arîkarêya me li ser komalê file bike.”

6- رَبَّنَا إِنَّكَ مَن تُدْخِلِ النَّارَ فَقَدْ أَخْزَيْتَهُ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنصَارٍ   . آل عمران آیه192

Xwedayê me! Bi rastî tu kîjanî bixî agir, îdî bi sond! Te ewa ruswa kiriye. Û ji bona cevrkaran ra qe tu arîkarî tune ye.

7- رَّبَّنَا إِنَّنَا سَمِعْنَا مُنَادِيًا يُنَادِي لِلإِيمَانِ أَنْ آمِنُواْ بِرَبِّكُمْ فَآمَنَّا رَبَّنَا فَاغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَكَفِّرْ عَنَّا سَيِّئَاتِنَا وَتَوَفَّنَا مَعَ الأبْرَارِ. آل عمران آیه 193

Xwedayê me! Bi rastî me bihîstiye, ku yek ji bona bawerkirinê gazî dike (û dibêje): “Hûn bi Xwedayê xwe bawer bikin.” Îdî me jî heman bawer kiriye. Xwedayê me! Îdî tu ji bona me ra gunehên me bibexişîne û tu sikatîne me, ji me rake û tu can û (xelatên me bi) wanên qencîkar ra bide û bistîne.”

8- رَبَّنَا وَآتِنَا مَا وَعَدتَّنَا عَلَى رُسُلِكَ وَلاَ تُخْزِنَا يَوْمَ الْقِيَامَةِ إِنَّكَ لاَ تُخْلِفُ الْمِيعَادَ   . آل عمران194

Xwedayê me! Te çi ji bona me ra, li pêxemberên xwe da peyman daye, îdî tu ewî ji bo­na me ra bide û tu di roya rabûna hemûtî da me ruswa neke. Bi rastî tu ji peymana xweye dayî poşman nabî.

9- رَبَّنَا ظَلَمْنَا أَنفُسَنَا وَإِن لَّمْ تَغْفِرْ لَنَا وَتَرْحَمْنَا لَنَكُونَنَّ مِنَ الْخَاسِرِينَ   . اعراف آیه 23

Xudayê me! Bi rastî me bi xweber li xwe cewr kirîye û heke tu ji bona me ra baxişandinê nekî û tu li me dilovînî nekî bi sond! Emê bibne ji wanê zîyankar."

10- رَبَّنَا لاَ تَجْعَلْنَا مَعَ الْقَوْمِ الظَّالِمِين   . اعراف آیه 47

"Xudayê me! Tume bi wan komalê cewrkar ra negerîne."

11- رَبَّنَا افْتَحْ بَيْنَنَا وَبَيْنَ قَوْمِنَا بِالْحَقِّ وَأَنتَ خَيْرُ الْفَاتِحِينَ .اعراف آیه 89

Xudayê me! Tu di nava me û di na­va komalê me da (di wî tişta ku em têda tekoşînê bi hev ra dikin) rastîya wî derxe û tu bi xweber jî qenctirê ferestekaranî.

12- رَبَّنَا أَفْرِغْ عَلَيْنَا صَبْرًا وَتَوَفَّنَا مُسْلِمِينَ   . اعراف 126

Xudayê me! Tu li ser me da di hemberê van (aşîtan da) hewdanî vala bike û tu me bi misilmanî bimirîne.

13- رَبَّنَا لاَ تَجْعَلْنَا فِتْنَةً لِّلْقَوْمِ الظَّالِمِينَ   .یونس آیه 85

Xudayê me! Tu me ji bona wî komalê cewrkar ra nexe ceribandin.

14 - وَنَجِّنَا بِرَحْمَتِكَ مِنَ الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ .  یونس 86

Û tu bi dilovanîya xwe, me ji komalê file fereste bike.

15- رَبَّنَا إِنَّكَ تَعْلَمُ مَا نُخْفِي وَمَا نُعْلِنُ وَمَا يَخْفَى عَلَى اللّهِ مِن شَيْءٍ فَي الأَرْضِ وَلاَ فِي السَّمَاء.ابراهیم آیه 38

"Xudayê me! Bi rastî tu bi kirinê me yê dizî û eşkere dizanî (em çi tiştî veşerin ya jî eşkere bikin, tu bi hemûyan dizanî) di ezman û zemîn da tu tişt li ser Yezdan veşartî nîne."

16- رَبَّنَا آتِنَا مِن لَّدُنكَ رَحْمَةً وَهَيِّئْ لَنَا مِنْ أَمْرِنَا رَشَدًا   .کهف آیه 10

"Xudayê me! Tu ji bal xwe, dilovanîyekî bide me û tu ji bona me ra bûyera me hêsanî bike (ji bo ku em bikaribin bigehêjne armancê xwe)."

17- رَبَّنَا هَبْ لَنَا مِنْ أَزْوَاجِنَا وَذُرِّيَّاتِنَا قُرَّةَ أَعْيُنٍ وَاجْعَلْنَا لِلْمُتَّقِينَ إِمَامًا   . فرقان آیه 74

"Xu­dayê me! Tu ji bona me ra jin û ûrtê wusa bide, ku çav bi wan şabin û (dil bi wan hêsanî bibin) û (Xuda e me!) tu me ji bo­na xudaparizan bixe pêşrewan.

18- رَبَّنَا وَسِعْتَ كُلَّ شَيْءٍ رَّحْمَةً وَعِلْمًا فَاغْفِرْ لِلَّذِينَ تَابُوا وَاتَّبَعُوا سَبِيلَكَ وَقِهِمْ عَذَابَ الْجَحِيمِ . غافر آیه 7

Xu­dayê me! Te bi dilovanî û zanîna xwe, hemî tişta hildane binê hêza xwe. Îdî (Xudayê me!) tu ji bona wanê, ku ji gonehan poşman bûne, gonehê wan bibaxişîne û tu ewan ji şapata dojê biparisîne.

19- رَبَّنَا وَأَدْخِلْهُمْ جَنَّاتِ عَدْنٍ الَّتِي وَعَدتَّهُم وَمَن صَلَحَ مِنْ آبَائِهِمْ وَأَزْوَاجِهِمْ وَذُرِّيَّاتِهِمْ إِنَّكَ أَنتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ   .غافر آیه8

Xudayê me! Tu ewan (bawerger) û ji bavê wan û zoyê wan û ûrta wan jî, ewanê aştîkar bixî wê bihişta xurina ne, ku te ji wan ra peyman daye. Loma bi rastî tu servahatê bijejke yî.

20- رَبَّنَا اكْشِفْ عَنَّا الْعَذَابَ إِنَّا مُؤْمِنُونَ   .دخان آیه 12

Xu­dayê me! Tu ewê şapatê ji ser me rake, loma bi rastî em bawer dikin.