E- Ayeta Welayetê

Hinek ayetên dîtir

   Di Qur'an a Pîroz da gelek ayet di bareyê birayê Pêxember (s.) û serokê Ehl ê Beyt a wî yanî Imam Elî (a.) da nazil bûne û ev çend diyar e ku hema her ew Elî bi xwe bû ku ji zarokî ve di dawa Pêxember (s.) da mezin bû û li xwe zêde kir û li ber destê wî hat terbîye kirin û exlaqê wî girt û di deh salî da îman pê anî û arîkarî ya wî kir û li dûv wî çû. Paşê jî ala wî hêlgirt û di şera da mêrxasîyek bêmînak digel wî bû. Di Bedr, Uhûd, Huneyn, Ehzab, Xeyber, Zatusselasil û şerên dî da ku pişketina islametîyê pê wa şera bû ji Pêxember (s.) ve ne bûye û digel wî da bûye. Û dîrokê gotinên Pêxember (s.) di bareyê wî da xwey kirine ku Pêxember (s.) ew çêtirtirîn nimûna fedakarî û cihadê bo beşer daye diyar kirin.

   Pê lêkolîn û tehqîqa ayetên Qur'an ê têt dest ku zêdeyê ji wa ayetên me gotin gelek ayetên dî jî di bareyê Imam Elî (a.) da nazil bûne û behsa qencî û mezinahî û mertebe û dereca wî ya bilid dikin, behsa:

1- Mêrxasî û fedakarî û netirsî ya wî di rêka Xudê da.

2- Sebr û tehmmula wî li hemberê ezîyet û zimanên dijmina da.

3- Teqwatî û ji Xudê tirsa wî, kar û bexşîn û dana wî ya di rêka Xudê, û welayeta wî li ser xwedîyê îmana dikit.

Li vêderê emê çend ayeta ji wa bidin pêş çava:

   Ayeta Welayetê

إِنَّمَا وَلِيُّكُمُ اللّهُ وَرَسُولُهُ وَالَّذِينَ آمَنُواْ الَّذِينَ يُقِيمُونَ الصَّلوةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكَوةَ وَهُمْ رَاكِعُون  (55)وَمَن يَتَوَلَّ اللّهَ وَرَسُولَهُ وَالَّذِينَ آمَنُواْ فَإِنَّ حِزْبَ اللّهِ هُمُ الْغَالِبُونَ (Maide"  (56"

   "Pêşkêş û piştivanê hewe (welî û serperest) feqet û tenê Xudê ye û Pêxember ê wî û ewên îman anîn, yên ku nimêjê pêk tînin û zekatê didin di halê rukûê da* Û ew kesê Xudê  û Pêxember wî û wa kesên welê îman anîn bo xwe welî û piştivan bizanit, îjar bi rastî her tenê (mirovên) hizba Xudê ne û serketî*".

   Zemexşerî di tefsîra Keşşaf da dibêjit: "ev  ayet di bareyê Elî (keremullah wecheh) da nazil bûye, hingê ku xazukekî tiştek jî xwest û di rukûa nimêjê da bû gustîlka xwe dayê, û derxistina gustîlkê ji tilya qilîçkê bi awayek wusa nebû ku nimêjê betal bike.

   Eger bijên çawa ev ayet di bareyê Elî (a.) da ye di halekî da ku bêje pê lefza gelejimar hatîye? Emê bersiv bidin ku: herçend hînartina wê di bareyê yek kesê da ye lêbelê pê lefza gelejimar hatîye daku xelk teşwîq bibin bo kirina karên wek wê û xêrek ji wa ra çê bibit û hişharkirinek bit bo xwedîyên îmana ku fêr bibin vî exlaqî û karên qenc û baş bikin û destê xwe li serê jar û belengazan bikêşin û ev başî bigihêt wê derecê ku heya li ser nimêjê jî karên baş û qenc, neêxin".[1]

   Û Wahidî  di tefsîra vê beratê da ji Kelbî digêrit ku baxşa paşîyê vê ayetê di bareyê Elî (a.) da ye çiku ewî gustîlka xwe di rukûê da, da feqîrekî.[2]  

   Gelek kitêbên dî yên tefsîr û hedîsê nazilbûna vê beratê di bareyê Elî (a.) da zanîne ku li vêderê em berfirehtir jê xeber nadin û ewên dixwazin û bivên vê di barî da zanînek berfirehtir destê xwe ve bînin, bila berê xwe bidin pirtûkên di vê barî da hatine nivîsînê.  


[1]  Tefsîra Keşşaf, sûreta Maide, ayeta 55.

[2]  Esbab un-Nuzûl, Wahidî, Maide, berate 55.