Ç- Ayeta Selewatê

إِنَّ اللَّهَ وَمَلَائِكَتَهُ يُصَلُّونَ عَلَى النَّبِيِّ يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا صَلُّوا عَلَيْهِ وَسَلِّمُوا تَسْلِيمًا

"Bi rastî Xudê û melaîketên wî selewata li ser Pêxember didin, ey gelî xweyê îmana! Hûn jî selewat û selama li ser wî bidin". (Ehzab 33)

   Di ayetên borîyê da Qur'an ji pakî ya Ehl ê Beyt û hejî kirina wan diaxivit û aşkera dikit, ku ewan Ehl ê Beyt a Pêxember (s.) û mufessira ew bi nav kifş kirine. Nixwe "Al" ewan û mexsed jî "Elî, Fatime, Hesen û Huseyn in".

   Di vê ayetê da emr hatîye kirin bo hînartina selewata li ser Pêxember (s.) Al ê (a.) wîyê giranqedr û ev selewata taybeta wa ye û ne kesek dî. Û mezinahî ya wa û bilindî ya derece û merteba wan nîşan didit, daku ummet cîhê wa di jîyana xwe da nas bikit.

   Fexrê Razî di tefsîra xwe da (el-Tefsîr ul-Kebîr) riwayetekî ji Pêxember (s.) dinivîsit ku tefsîr û ronahîgerê wate ya vê ayeta şerîf e. Weha dinivîsit: "ji Pêxember (s.) hat pirsiyar kirin, ey Pêxember ê Xudê! Em çawa selewatê li ser te bidin?" Pêxember (s.) fermû, bibêjin: " ellahumme sallî e'la Muhemmedin we e'la Alî Muhemmed kema salleyte e'la Ibrahîme we e'la Alî Ibrahîm we barik e'la Muhemmedin we e'la Alî Muhemmed...".

   Fexrê Razî pêşya beyana vê hedîsê da ayeta selewatê tefsîr dikit û di dewamê da dinivîsit: "û ev delîleke li ser mezhebê Şafi'î [1](ku gotîye dana selewatê ferz û wacib e) çiku emr (sellû- selewatê bidin) bo wucûb û ferzê ye. Û di dewamê da dinivîsit: nixwe selewata li ser Pêxember (s.) wacib e û di teşehudê da wacib e, ne di xêncî teşehudê da.[2]

   Paşê Fexrê Razî di dewamê da hikmeta selewatê beyan dikit û dibêjit: "eger Xudê û melaîket selewatê didin, îdî çi muhtacî heye bi selewata me? Vêca ew bi xwe bersiv didit ku: selewata li ser wî, ne ji ber ihtiyaca ya wî ye bal wî ve, eyine digel selewata Xudê li ser wî îdî ne muhtacê selewata melaîketa bû, nixwe ev selewat ji bo wê çendîyê ku em mezinahî, qedr û qîmetê wî li bal xwe bidin aşkera kirin. Daku em pê wê xweyê xêr bibin û ji ber vê ye ku Pêxember (s.) emr dikit: " ew kesê selewatekî li ser bidit, Xudê deh selewata li ser wî didit".

   Û di "Durr ul-Mensûr" ya Suyûtî da hedîsek hatîye nivîsîn ku: Ebdurrezaq, Ibn ê Ebî Şeybe, Ehmed, Ebd Ibn ê Hemîd, Buxarî, Muslim, Ebû Dawûd, Tirmizî, Nesaî, Ibn ê Mace û Ibn ê Merduye ji Ke'b Ibn ê I'cre neql dikin ku ew dibêjit: yekî got: ey Pêxember ê Xudê (s.)! em hîn bûn ku çawa selamê li te bikin, îjar selewata li ser çawa ne? Pêxember (s.) fermû bije: "ellahumme sallî e'la Muhemmed we e'la Alî Muhemmed kema e'la Ibrahîme we Alî Ibrahîm inneke Hemîdun Mecîd".

   Û di kitêba xwe da hejdeh hedîsên dî ji xêncî vê hedîsê nivîsîne ku Ehl ê Beyt ê jî dikin hevbaşê selewata li ser Pêxember (s.) û ji selewatê ra datînin rex wî, ku ew ji layê xweyê "Sunen" û "Cami'a" ve di kitêbên wa da devê gelek sehabî ya hatîye nivîsîn hinek ji wa sehabîyên ev hedîs riwayet kirine ev in: "Ibn ê Ebbas, Telhe, Ebû Se'îd ê Xudrî, Ebû Hureyre, Ebû Mes'ûd ê Ensarî, Bureyde, Ibn ê Mes'ûd, K'eb Ibn ê E'mr û Elî Ibn ê Ebî Tlib".

   Û di kitêba xwe da hedîsek dî ji Ehmed û Tirmizî neql dikit ku ew ji Hesen Ibn ê Elî (a.) neql dikin ku Pêxember (s.) fermû: "tima ew kese ye ku navê min li bal wî bêt birin û selewatê li ser min nedit".[3]  

   Û bi vî awayî feqîh û alimên me, selewata di teşehhuda nimêjê da li ser Pêxember (s.) û Al ê wî wacib û ferz zanîne[4] û gotine gerek e, di nimêji da navê Al ê Pêxember (s.) bêt birin.

   Û ew kesê di vê ayeta pîroz da firk bikit wê bi temamî bo wî ronahî û eşkere bibit ku armanc ji vê destûrê mezin girtina Al ê Pêxember (s.) ewên ku Xudê ji wa pîsatî birî û ew pakê pak kirin daku ummet pê wa biçit û rêka wan bidit ber xwe û di zemana fitne û gelemşe ya da xwe bi wa bigirit.

   Nixwe Ehl ê Beyt ew kes in ewên ku nimêj bêselewata li ser wan kêr naynit û ne durist e û ew in serokên ummetê ku berê hemûyan li wa ye û pê çûna wa ye zaminê seadeta ummetê. Eger ne rastî û selametî ya rêk û gotinên wan bûya  ku tucara xar û xirab nabin, Xudê destûr nedida misilmana ku xwe bi wa bigirin û di hemû nimêjê da selewata li ser wa bidin, tekrar bûna selewatê li ser Muhemmed (s.) û Al ê wî û ferz bûna wê di hemû nimêjê da ji ber wî qasîye ku berê ummetê bikevit Ehl ê Beyt ê û misilman pê wa biçin û bi wa bigirin û li ser rêka wa gava xwe bavêjin, çiku Ehl ê Beyt ê gelek bereketî û hêjayî û muhim in û dereca wa zêde zêde bilind e.   


[1] Îşare ye bal gotina ilmî "usûl fiqhê" ve ku li ser tê xeberdan. Û hinek dibêjin eger serbendik li halê nebit ku mexsed sunnet e "fiîlen emr" emr li ser ferzbûna tiştê delalet dikit û di ayetê da "sellû -selewatê bidin" hatîye û ev niha emr bo wucûbê bi kar têt, nixwe selewata li ser Pêxember (s.) û Al ê wî, ferz û wacib e. Wergêr. 

[2] el-Fexr er-Razî, el-Tefsîr ul-Kebîr, tefsîra sûreta Ehzab eyeta 56.

[3]  Ellame Tebatebaî, el-Mîzan.

[4]  Muheqqiq ê Hillî ku ji alimên berketîyê şî'a û ji mezinên sedê heftêyê koçî ye, dema wacibên nimêjê dijimêrit dibêjit: ya heftê teşehhud e ku di her nimêja du rikatî da carekî û di nimêjin sê û çar rikatî da du cara wacib e bêt xwendin û eger ji qestî yekî yan herduka bi cîh neynit nimêja wî betal dibit û pê ra di behsa teşehhudê da dibêjit di teşehhudê bi xwe da gerek e pênc tişt bi cîh bên ku yek ji wan şehadet e û yek jî selewatz li ser Pêxember (s.) û Al ê wî ye... Şera'i ul-Islam, c.1, bab us-selat.