Ehl ê Beyt di Qur'an a Kerîm da

Qur'an a Kerîm esasê bîr û hizra û serkehnî ya şerîet û başiyaye û ewa di Qur'an a Kerîm da wehy e ji alîyê Xudê ve nazil bûye û gotina pak û hêjayî ya Xuda yê Te'ala ye ku binyata hevgirtin û jîyanê ye û qanûn û qirarên wê me'lûm dikit. Û her misilmanek dizanit ewa di Qur'an ê da heyî, şerî'et û qanûn û qerarên jîyanî ye û di vê pê bêt emel kirin û li ser wê rêkî herket bêt kirin.

Ev Qur'an a Kerîm bi awayên jêrî behsa Ehl ê Beyt ê dikit:

1- Navê wayê eslî tînit, ew istilaha ku Qur'an bi xwe daniyî ew jî ev e, ku carna ewa nav dikit "Ehl ê Beyt" çawa ku di ayeta tethîrê da (Ehzab 33) hatî û carna jî bi "Qurba" yê nav dikit, çawa ku di ayeta meweddetê da (Şûra 23) hatî û bi vî awayî gelek ayet nazik bûn e ku sunnet û hedîsa Pêxember (S.) ew (ayet) beyan û ronahî kirin e û ehlê tefsîr û hedîsê jî di kitêbên xweyên kurt û dirêj dagêrane û nivîsîn e.

2- Nivîsîn û di xwe da girtina qewêmîn û tiştên xasê Ehl ê Beyt ê ve, û di vê derheqê da jî gelek ayet nazil bûn e û ji hêjan û qedr û qîmet û meqam û medhên wa diaxif in û barê ummetê did in wan û ew jî bi du awaya ye: car heye behsa hemûya pêk ve dikit, her weku di ayeta "Mubahilê" û sûreta Dehr û ayetên dîtir da hatî û carna jî hino-hino û kito-kito behsa wa dik e. Her weku ayeta "Welayet" ê çawa ku emr dikit: "....." yanî : " Bi rastî her tenê welî û xwedîyê hewe Xuda ye û Pêxember ê wî ye û ew in yên iman anîn e û nimêjê bi cîh tîn in û zekatê did in di halê rukû'ê da".

Li vêderê emê ji nav gelek ayetên der heqê mezinahî û meqam û dereca Ehl ê Beyt ê dik in, hineka bibijêrîn û binivîsîn û bi kurtî jî xeber bid in û ji sertî ya Ehl ê Beyt ê biaxif in: