Muhken ji ihkam hatîye girtin û bi wateya itqan e.
Û murad ji bêje an ayeta muhkemê, ew e ku wateya wê ronak e çend cûr an vegirtî nîne.
Li gora gotina Raxibê Isfehanî çi alîyê lefzî, çi alîyê wate, têda şik û şubhe tune. Mîna pirê ayetên teşrî’î (ayat ul-ehkam), şîret, adab û exlaqê Qur’an. Muteşabih ji teşabuh hatîye girtin û bi wateya lihevçûyî an mînahevbûn e reha wê û rehên şubhe û iştibah jî yek in. ‘Ibaret an ayeta muteşabih li gora gotina Raxib Isfehanî yanî zahirê wî beyangerê batinê wî nîne. Şêx Tûsî dinivîse: Muhkem ew e ku seba rohahîya wî bê serbendik an delaleta xaricî (derve) dema mirov tenê li zahirê binhêre murad bila jê were zanîn……. Û mutaşabih ew e ku dema serbendikek xaricî (derve) tune be û mirov li zahirê wê binhêre jê murada ayetê fam neke. (Tibyan, di binê tefsîra ayet a 7-ê sûrata Alê ‘Imran da). Bi gorekî din mutaşabih, lefzeke ihtimala m’enayên ku têda şubhe hene, be û lewmane jê ra tewîl lazim dike û mirov bikaribe jê tewîla durist û ne durist jê derêxe. Mîna pirê ayetên di bara afirandin, teqdîr, sifat û f’ilên ilahî. (el-Temhîd, 3/8). Pirê ayetên Qur’an, muhkem û kêmê wan jî (qasî dused ayet-el-Temhîd, 3/14) muteşabih in.