بسم الله الرحمن الرحيم
فَجَعَلَهُمْ جُذَاذًا إِلَّا كَبِيرًا لَّهُمْ لَعَلَّهُمْ إِلَيْهِ يَرْجِعُونَ * وَتَاللَّهِ لَأَكِيدَنَّ أَصْنَامَكُم بَعْدَ أَن تُوَلُّوا مُدْبِرِينَ
57- Bi Yezdan! Ji piştî hûn para da vegeryan çûn, ezê ji wan tokelan ra endezan bikim (ewan hûr bikim).
58- Îdî (ji piştî zivirandina wan) Îbrahîm tokelê wan hûr kirîye, ji pêştirê yek ê mezinê wan hebûye (ewa hîştîye). Loma di bû ku ewan li bal wî da bizivirin (pisyara hûrkirina tokelan ji wî bikin).
Hz. Îbrahîm (a.s.) ji pêxemberên mezin yên Xweda ne û duyemîn pêxemberê ‘ulûl’ezm e. Çîroka jîyan a Hz. Îbrahîm (a.s.) ji xweştirîn çîrokên Qur’anê ne ku di sûret û ayatên têvel da hatine. Di vê hole da çîroka şikandina putan ji alîyê Hz. Îbrahîm yek hereketek agîtî di rêya Xwedê da bû, bi hayecantirîn beşekî wê ye. Hz. Îbrahîm (a.s.) di destpêka nûciwanî yê xwe da her den bi mamê xwe Azer re di bara putan û putperestîya wî û xelkê da pê ra gotûbêj dikir û bona betalîya karên wan delîl dianî.
Qur’an di dewama çîrokê da dibêje: “Ev ruşd û reşadeta Îbrahîm dema xûya bû ji bavê xwe (‘ereb carna ji mamê xwe ra eb yanî bavdibêjin) û qewmê xwe ra got: Ev timsalên ku hûn xwe pê ve girêdaye û şev û roj li dora wan dizivirin û dest ji wan nakêşînin gelo çî ye?”
Hz. Îbrahîm bi vî t’ebîrê putên ku di nêrîna wan da meqama wan mezin bû, piçûk kir, lewmane puta mîna timsal jimart û timsal jî m’enaya wêne an heykelê bê rih e û dixwest ji wan ra bêje ev tiştên bê rih û tu tiştekî ra nabin û xêncî heykelek tu tiştek jî nînin.
Ev gotara Hz. Îbrahîm di heqîqet da delîleke ronak e bona betalbûna putperestî, lewmane tişta ku em ji putan dibînin hema heykel û timsal e, îdî yên din tenê xîyal û wehm e. Kîjan mirovê baqil iznê dide xwe ku bona hinek kevir û dar ev hemû mezinatî, qedr û qîmet bijmêre û bi cîh bîne? Çima mirovê ku bi xwe eşrefê mexlûq e li hemberê tiştên bi destê xwe ve çêkirine wusa dilnizm û sitûyê xar bike û ji bona helkirina pirsgirekên xwe ji wan arîkarî bixwaze?
Lêbelê mamê wî û kesên dî piştî ku li hemberê delîl û burhanê bi hêz bersivekî bona gotin peyda ne dikirin û digotin: “Ev karek e ku kalanê me pêk dianîn. Rast e ku em nikarin delîl bînin lê ewan ji me zanatir bûn û vebirî ewan dizanibûn û em jî bi sunneta kalanê xwe ra wefadar in.”
Hz. Îbrahîm jî zûka bersiva wan da û got: “Him hûn him jî kalanê we bi rastî di rêwunda-bûnke eşkera da bûn.” Ev t’ebîr û bersivên qet’î yê Hz. Îbrahîm (a.s.) bû sedem ku putpe-restan hinek bi xwe werin. Ji ber vî li alîyê Hz. Îbrahîm fetîlîn û jêra gotin: “Gelo tu bi rastî tişta bi heq anîye an jî tu bi me haneka dikî?”
Hz. Îbrahîm (a.s.) bi ronahî ji wan ra got: “Ew tişta ku ez dibêjim cidî ye û rastîya bi xwe ye, ku rebbê we rebbê erd û ezmana ye. Ew Xwedayê ku wana afirand û ez jî ji şahidên vê ‘eqîdê me.” Îbrahîm bona ku sabit bike ev mijar sed di sedî de cidî ye û ew li ser ‘eqîda xwe heya hemû cîh sekînîye û encama wê her çi bibe bila bibe bi can û dilê xwe qebûl dike û lê zêde dike: “Sond ji Xudê ra! Dema hûn li vêderê nebin ezê ji bona tunekirina putên we nexşekî bikêşînin.”
Herweha Hz. Îbrahîm (a.s.) wana da famkirinê ku ewê di paşînê da putên wana ewê bişikîne û tune bike û hêvîya demekî minasib bû.
Putperestan her sal di rojekî taybet de seba putên xwe cejn digirtin, xwarina li putxanê xwe amade dikirin û paşê hemû bi hev ra ji bajar derdiketin û wextê êvarê vedigerîyan dihatin putxanê û xwarinên ku hazir kiribûn û li gora bawerîya wan ev xwarin teberuk bû, dixwarin. Ji Hz. Îbrahîm (a.s.) ra pêşniyar kirbûn ku ew jî bi wan ra biçe lê ew xwe li nexweşîyê danî û bi wan ra neçû. Piştî derketina xelkê ji bajar û li gora gotina Qur’anê ew xêncî putê mezin hemû putan bi tevir perçe perçe kir û tevir jî xist stûyê put ê mezin.
Wê rojê cejn qedîya. Putperestan digel kêf û şahî vegerîyan bajêr û rast çûn putxanê ji putan ra hurmet bikin û xwarinê xwe jî bixun. Çawaku ketin hudurê putxanê û sehnekî wusa dîtin ku ji şaşbûnê xwe wunda kirin. Gazî û qêrîn ji wan rabû: Kî, evî belayê anîye serê xweda yên me? Her kî bibe bila bibe ji zalim û sitemkaran e, ew him li xwedayên me zilm kirîye him li civaka me him jî bûye sedema tunebûna xwe.
Lêbelê hineka tehdîdên Hz. Îbrahîm (a.s.) di bîra wan da bû rêbaza reftar yê wî li beranberê putan dizanibûn, gotin: Me bîhîstîye ku xortekî li hemberê putên me qise kirîye û putan jî piçûk jimartîye. Navê wî Îbrahîm e. Dellalan di nav û derdorên bajar da bang dan ku her kes ji dijminatîya Îbrahîm bi putan ra pê dizanin bila kom bin.
Zûka hineka ji kesên ku ji vî mijarê agahdar bûn û herweha civatekî mezin jî ji xelkê kom bûn ka bibînin encama vî karî çi dibe. Di nav xelkê da gazî û qêrînek gelek mezin pêk hatibû, çima ku li gora wan bûyerek pir mezin ji alîyê xortek egît li bajar pêk hatibû, ku xîma olî ya civaka wê rojê lerzandibû.