Bira Muhemmed Riza Pûr Zergerî di 28-ê tebaxa sal ya 1349-ê K.T. da li bajarê Tehranê ji dayîk bû. Derdorên wî kesên dîndar û viyana bavê wî ji bona terbîyetkirina xwe yek ji sebeban bûye ku ev birader berê wî ketîye xwendin û telaweta Qur’anê. Xêncî wê her sibehê bavê wî radibûya û Qur’an dixwenda û mamosteyên wî yên dibistanê û dewra navî jî ev mesele girîng zanîne, û ev her du tişt jî ji sebebên girîng bûne bo wê çendê ku Pûr Zergerî bal Qur’anê ve bê kêşandin.
Cenabê Pûr Zergerî li nav bîrmanên zarokîya xwe da gohlêbûna şîrîn ya xwendina Qur’anê bi dengê rihmetî ‘Ebdulbasit ji ser minarên herema Imam Riza (a.s.) li Meşhedê jî ji sebebê kar yê girîng dizane bo vê çendê ku ew bibe ji qarîyên Qur’anê.
Cenabê Pûr Zergerî hevrê digel ‘elimîna tecwîd, suyt û lehnê li dersên Ayetullah Zîya Abadî û Huccetulislam Qiraetî da beşdar bûye û zanînên Qur’anî bi destê xwe ve anîne.
Evî qarîyî wek qarîyên dî li destpêkê da ji seydayên meşhûr yên qarîyên misrî yên Qur’anê pewrewî kirîye, seydayên wek ‘Ebdulbasit, Seyad, ‘Elî El-Bena û Mustefa Îsma’îl.
Pûr Zergerî li ser vê bawerî ye ku ji bona qarîyan lazim e tefsîr û zanînên Qur’anê jî bi destê xwe ve bînin û edebîyeta ‘erebî jî bizanin.
Ev qarîyî bi xwe li zemanê ku Ayetullahê Xameneî serok komarî û li nivîsgeha xwe da tefsîra Qur’anê digota li dersên wî da şirîkatî kirîye û zanînên Qur’anê bi destê xwe ve anîne.
Cenabê Pûr Zergerî di gelek jêbirkên hundur û navnetewî da şirîkatî kirîye û çend caran rutba ewil ya van jêbirkan ber xwe êxistîye, û ji wan kesa ye ku her sal digel karwanê qarîyan ji bona ragihandinê diçin welatên curbecur welatên wek: Madagaskar, Etîyopî, Hind, Pakistan, Afrîqaya Başûr, Emarat, Gana, Urdun, Ingîlîz û hw…
Cenabê Pêr Zergerî di sala 1375-ê K.T. da zewicîye û bavê kurek e.