الصدوق قال: حدّثنا محمّد بن إبراهيم بن إسحاق الطالقانى رضى الله عنه قال: حدّثنا أحمد بن محمّد بن سعيد الهمدانىّ قال: حدّثنا علىّ بن الحسن بن فضّال عن أبيه، عن أبى الحسن الرضا عليه السلام، قال: إنّما سمّى (أولوا العزم) أولى العزم لأنّهم كانوا أصحاب العزائم و الشرائع، و ذلك أنّ كلّ نبىّ كان بعد نوح عليه السلام كان علي شريعته و منهاجه و تابعاً لكتابه إلي زمان إبراهيم الخليل عليه السلام، و كلّ نبىّ كان فى أيّام إبراهيم و بعده كان علي شريعة إبراهيم و منهاجه و تابعاً لكتابه إلي زمن موسي عليه السلام، و كلّ نبىّ كان فى زمن موسي و بعده كان علي شريعة موسي و منهاجه و تابعاً لكتابه إلي أيّام عيسي عليه السلام، و كلّ نبىّ كان فى أيّام عيسي و بعده كان علي منهاج عيسي و شريعته، و تابعاً لكتابه إلي زمن نبينا محمّد صلّي الله عليه و آله، فهؤلاء الخمسة هم أولوا العزم، و هم أفضل الأنبياء و الرسل، و شريعة محمّد صلّي الله عليه و آله لاتنسخ إلي يوم القيامة و لانبىّ بعده إلي يوم القيامة فمن ادّعي بعده نبيّناً أو أتي بعد القرآن بكتاب فدمه مباح لكلّ من سمع ذلك منه .
أحقاف 46/ 35. علل الشرائع 122 - 123.
Sedûq ji Muhemmed Ibnê Îbrahîm Ibnê Ishaq Taleqanî (r.) ji Ehmed Ibnê Muhemmed Ibnê Se’îd ê Hemdanî, ji ‘Elî Ibnê Hesen Ibnê Fedal, ji bavê xwe, ji Ebûlhesen er-Riza (a.s.) riwayet kirîye ku fermû: “(Pêxemberên ‘ulûl’ezm)ê ‘ulûl’ezm nav danîn; ji ber ku xwedîyê ol û şerî’et bûn. Her pêxemberê ku ji Hz. Nûh (a.s.) şûnda hat, li ser şerî’et, ol û kitêba wî pêxemberî bû heya dema Hz. Îbrahîmê Xelîl (a.s.), her pêxemberê ku dema Hz. Îbrahîm (a.s.) û piştî wî jî hatibûn li ser şerî’et, ol û kitêba wî bûn, heya dema Hz. Mûsa (a.s.), her pêxemberê ku dema Hz. Mûsa (a.s.) û paş wî bûn ji şerî’et û rêya wî dişopandin û pewrewîyê kitêba wî bûn heya dema Hz. ‘Îsa (a.s.) her pêxemberekî jî, ku di dema Hz. ‘Îsa û ji wî şûnda hatin li ser şerî’eta ‘Îsa û kitêba wî bûn haya zemanê pêxembaerê me Hz. Muhemmed (s.a.a.). Ev pênc kes pêxemberên ‘ulûl’ezm in û meqama wan ji hemû pêxemberan û resûlan billintir e. Şerî’eta Hz. Muhemmed (s.a.a.) heya roja qîyametê ji holê ranabe û îjar ji wî heya roja qîyametê tu pêxemberek nayê. Ji ber vî, her kî piştî Hz. Muhemmed (s.a.a.) idi’aya nubûwet bike, an piştî Qur’anê kitêbekî bîne, rijandina xûna wî ji her kesê ku evî idi’aya wî seh dike, mubah (caiz) e.
Ehqaf 46/35. ‘Ilel ul-Şerai’i 122-123.