Qur’an di hedîsên Ehlê Beytê da

Qur’an-nasî bi xwe karek mezin e ku divê mirov berfireh jê biaxive û vê derheqê da lêkolînek hemî alî pêk bîne, lê vê û di vê nivîsokê da nîyet ew e bi çavê hedîsa em berê xwe bidin vê behsê.

1- Qur’an

“Bi rastî me heft (ayet) ji wê ya pir m’ena û Qur’ana mezin, dane.” Hicr/87

“Bi rastî me Qur’an hêsan kir ji bona şîret wergirtinê, vêca şîret wergerek heye?” Qemer/17

1-     Pêxember (s.a.a.) kerem kirîye: “ Dema mesele ji bona hewe wek şevên tarî û zulmet lê hatin, vêca xwe bi Qur’anê bigirin; çiku bi rastî ew mehderkareke ku mehdera wê hatîye qebûlkirin û arîkareke ku duristîya wê kifşe ye. Ew kesê ewê bo xwe bike pêşkar wê ewî bibe bihiştê û ewê Qur’anê dayne piş xwe, wê ewî bi alîyê dojê ve bajo.”[1]

2-     Dema (bi rêka wehyê ve) ji pêxembera hat gotin ku: “ Ummeta te wê ji nêzîk ve bikeve nav fitne da,” vêca pirsiyar jê kirin  ku: “Çi rêk heye bo xilasîya ji fitnê?” Pêxember (s.a.a.) kerem kir: “ Kitêba Xudê ya qayîm, ewa ku pûçî (û batil) ne ji bê rahîyê û ne jî ji pêş ve nagihêtê, û ji alîyê wî hekîmê xodanê medh û sipasê ve hatîye xarê, kesê xêncî bi rêka wê ve zanînê (zanîna rê rast kirinê) bi dest xwe ve bênê, Xudê wê ewî li rêkê xelet bikê.”[2]

3-     Pêxember (s.a.a.): “Xwe bi Qur’anê bigirin, vêca ewê ji bona xwe bikin imam û pêşkar.”[3]

4-     Pêxember (s.a.a.): “Seratîya Qur’anê li ser axiftinên dî wek seratîya Xuda ye digel ser mexlûqê wî.”[4]

5-     Imam ‘Elî (a.s.): “Hûn bi Xudê, hûn bi Xudê, hay ji Qur’anê hebin, bila yên xêncî hewe li pêkanîna fermanên wî da pêşîyê ji hewe nestênê.”[5]

6-     Imam ‘Elî (a.s.): “Xudayê Te’ala qudreta xwe li kitêbê xwe da eşkere kir, û bi vî awayî xwe nîşa wa kir bêy wê hindê ku ewî bînin.”[6]

7-     Imam ‘Elî (a.s.): “Bi’elimin kitêba Xuda yê xwe yê pir xêr û bereket û bilind mertebe, çiku bi rastî ew xweştirîn axiftin û waz ragehîne, û ewê baş bizanin çiku bi rastî ew bihara dila ye, û pê nûra wê silametîyê bi destê xwe ve bînin, çiku bi rastî qenctirîn peyket e (pey meselan dikevê heta baş ronahî dikê).[7]

8-     Imam Zeynul’abidîn (a.s.): “Eger xelkê li rojhilat û rojavayê hemî pêk ve bimirin, hema Qur’an digel min bê, ez xwe li tirs û tinîtîyê da nabînin.” [8]

2- Qur’an hemû dema nû ye

9-     Pêxember (s.a.a.): Qur’an dewlemendîyek e ku ser wê ra dewlemendî nîne û paş hebûna wê hêdî feqîretî nîne.”[9]

10- Pêxember (s.a.a.): “Ew kesê Qur’an jê re bê dayîn û goman bikê tiştek mezintir ji wê hatîye danîn bo kesek dî, bi heqîqet, ew ya piçûk mezin girtîye û ya mezin piçûk hasab kirîye.”[10]

11- Pêxember (s.a.a.): “Kesê zanîna yên ewil û axir bivê bila llêkolînên li Qur’anê da bikê (û bi bîr û hizr berê xwe bidê).” [11]

12- Imam ‘Elî (a.s.): “Çi qas Qur’an bê xwendin û goh she bikin ewê dîsa kevn nebê.”[12]

13- Imam ‘Elî (a.s.): “Bi rastî di vê da dermanê mezintirîn derda heye; dermanê kufr û nifaq û pûçî û li rê wundabûnê.”[13]

14- Dema ji Imam Sadiq (a.s.) pirsiyar hat kirin: “Ev çi mesele ye ku çi qas Qur’an pitir bê xwendin û li ser bê axiftin ew qas ser teratî û tazehîya wê ve zêdetir dibê?” Ewî kerem kir: “Çiku Xudayê Te’ala ew bo zemanek mexsûs  û mirovên taybet ne hinartîye, ji ber vê yekê li hemî zeman da û ji bona her kesî ter û taze ye, heya roja qîyametê.”[14]

3- ‘Elimandin û fêrbûna Qur’anê

15- Pêxember (s.a.a.): “Qencên hewe ew in yên Qur’anê fêr dibin û Qur’anê hînê xelkê dikin.”[15]

16- Pêxember (s.a.a.): “Kesê Qur’anê bixûne, jê ra tê gotinê: “Bixûne û bilind bibe, bi –tertîl- bixûne wek çawa te li dinyayê  bi –tertîl- dixwenda, cîhê te li bal wê ayeta paşî ye ewa te dixwenda.”[16]

17- Pêxember (s.a.a.): “Hîn bibin xendina Qur’anê û ewê pir bixûnin.”[17]

18- Pêxember (s.a.a.): “Ewê kesekî bi’elimîne Qur’anê ew dibe mezinê wî, bi xwe çênabe xwe ewî tenê bihêle û xwe ser wî ra bigire.”[18]

19- Imam ‘Elî (a.s.): “Heqê zarok li ser bav, ew e ku navek qenc lê bike û edeba wî qenc bike û ewî hînê Qur’anê bike.”[19]

20- Imam Sadiq (a.s.): “Heq ew e ku mirovê bawerdar nemire heya bi’elime Qur’anê û an bi fêrbûna wê ve be.”[20]

4- Haydan jiberkirina Qur’anê ra

21- Pêxember (s.a.a.): Kesê Xuda jiberkirina kitêba xwe kiribe behra wî vêca ew goman bike tiştek ji ya wî seratir dest kesekî ketîye, bê şik nîmeta mezintir kên kirîye.”[21]

22- Pêxember (s.a.a.): “Ewê hinek ji Qur’anê li dilê wî da nebe, ew wek mala xirab e.”[22]

23- Pêxember (s.a.a.): “Çiqa xirab e, kesek ji hewe bêje: “Min filan û bêhvan ayet ji ber kir. Ne, belkî ew hatîye jiberkirin. Qur’anê bînin bîra xwe, vêca ez bi wî kim ewê canê min di destê wî da derketina Qur’anê ji dilê zilaman dijwartir e û bi zehmettir e ji derketina devan ji kabkê wan.”[23]

24- Pêxember (s.a.a.): “Ragirên Qur’anê li ber rehmeta Xuda ne û nûra ilahê hatine nixûmandin.”[24]

25- Pêxember (s.a.a.): “Eşraf û mezinên ummeta min hafizên Qur’anê û hogirên şevê ne (ehlê tehecudan).”[25]

26- Pêxember (s.a.a.): “Bi rastî hafizên Qur’anê ji her kesî musteheqtir e ku xef û eşkera j Xuda bitirse, û musteheqtirîn kes ji bona ragirtina nimêj û rojîgirtinê jî her hafizên Qur’anê ne.”[26]

27- Pêxember (s.a.a.): “Ne layîqê hevalê Qur’anê ye ku tondîyê bie li barenberê kesê digel wî tondî kirî, ew kesê kelamê Xudê li dilê wî da çênabe bersiva cahilan bi cahilî bide.”[27]

28- Imam Sadiq (a.s.): “Ew hafizê Qur’anê yê bi wê ‘emel dike digel wan peyam ênerên bi qedr û qenckar in.”[28]

29- Imam Sadiq (a.s.): “Kesê sûretekî ji Qur’anê ji ber bike (di axîretê da) wê li ser şikek sipehî û mertebeyek bilind bê berçavê wî, vêca dema bibîne wê bêje: “Tu kî yî? Tu çiqa sipehîyî! Xwezîka tu ya min biya!” Vêca ew dibêje: “Ma tu min nas nakî? Ez filan sûret im, eger ez ji bîr ne kiribûma minê tu bilin bikira bo vê cîhê.”[29]

5- Haydan ji bona xwendina Qur’anê

“Bi rastî kesên kitêba Xuda telawet dikin (dixûnin) û nimêjê bi cîh tînin û xef û eşkera ji wê ya me kirî behra wan didin, ew ketine li ticaretekî da ku yek car kêmasî nakeftê (ji beyn naçe).” Fatir/29

30- Pêxember (s.a.a.): “Dema kesek ji hewe hez kir digel Xudayê xwe biaxive bila Qur’anê bixûne.”[30]

31- Pêxember (s.a.a.): “Bi rastî çawa hesin jeng digirin dil jî jengu dibin.” Pirsîn, gotin: “Ey Pêxemberê Xwed, jenga wê çawa jê tê birin?” Fermû: “Pê xwendina Qur’anê.”[31]

32- Pêxember (s.a.a.): “Muheqeq Qur’anêbixûne; çiku xendina Qur’anê kefareta goneha ye û paraztina ji agir û êmin bona ‘ezab e.”[32]

33- Pêxember (s.a.a.): “Ey ewladê min! Xafil nebe ji xwendina; çik bi rastî Qur’an dik dijîne û nehyê dike ji pîsatî û ne hez û zilmê.”[33]

6- Xwendina Qur’anê bi dengê xweş

34- Pêxember (s.a.a.): “Her tiştekî xemlek heye û xemla Qur’anê jî dengê xweş e.”[34]

35- Ji Pêxember (s.a.a.) pirsiyar kirin: “Xweş dengtirîn kes bo xwendina Qur’anê çi kes e?” Kerem kir: “Ew e yê dema tu dengê xwendina wî goh lê bibî pê biheshên ku bi rastî ji Xudê ditirse.”[35]

36- Bi dengê xwe Qur’anê bixemilînin.”[36]

37- Pêxember (s.a.a.): “Qur’anê bi xwem bixûnin; çiku bi wê pêkê nazil bûye.”[37]

7- Heqê telawetê

38- Imam Sadiq (a.s.): “Di tefsîra ayeta 121 ya sûreta Beqere da “Ew kesên me kitêb daye wan, ewê telawet dikin û heqê telawetê pêk tînin.” kerem kir: “Ayetên wê eşkere (û gorekî qaydeyên tecwîdê) dixûnin û li m’ena wê da firk dikin, û bi fermanên wê ‘emel dikin û berhêvîyê weda wî dibin, ji ‘ezabê wî ditirsin, ji qisetên wê sermeşqê werdigirin û ji meselên wî şîretan digirin û fermanên wê pêk tînin û xwe ji nehyên wê diparêzin.

Sond bi Xudê, pêkanîna heqê telawetê ne hema jiberkirina ayetan û li pey anîna herfan û xwendina sûretan tekrarkirina deh yek û pênc yaka Qur’anê ye, ewa herfên wê paraztine lê hed  û sînorên wê ji beyn birine, pêkanîna heqê telawetê kûr fikrîna li ayetên wê da ye. Xudayê Te’ala dibêje: “Kitêba pir xêr û bereket me ji bona te hinart da ku li ayetên wê da baş fikr bikin.” Sad/29[38]

8- Adabên xwendina Qur'anê

a)      Devpakî

39-Pêxember (s.a.a.): “Rêka derketina Qur’anê temîz bikin, gotinê rêka derketina Qur’anê vêca çî ye?” Pêxember (s.a.a.) kerem kir: “Devên hewe.” Gotine: “Pê çi?” Got: “Pê miswakê.”[39]

b)      Isti’aze

“Vêca dema Qur’anê xwend, penaha xwe ji şeytanê hatî dûrkirin bibe bal Xudê.” Nehl/98

40-Dema der heqê gotina “e`uzû billahi min eş-şeydan ir-recîm” di destpêka xwedina hemî sûreta da ji Imam Sadiq (a.s.) pirsyar kirin, kerem kir: “Belê, penaha xwe bibin Xudê ji şeytanê hatî dûrkirin,” û got: “-recîm- pîstirîn şeytan e.”[40]

c)      Tertîl -baş û xweş xwendin-

“Û Qur’anê xweş û baş bixûne.” Muzzemmil/4

41-Pêxember (s.a.a.): “Di tefsîra ayeta -we rettil il-Qur’ane tertîla- yê da kerem kir: “Ewî baş kifşe û eşkere bixûne, û wek tûv nereşîne, û wek ş’iran ewê lez û ji hev birê nexûne, li ‘ecêbên wê bisekinin, û dilê xwe pê wê bixên bizavê, bila mexseda hewe ne ew be ku hûn bigihên axirê sûret.”[41]

ç) -Tedebbur- Tê fikrîn

“Kitêbek pîroz me ji te ra şand, da li ayetên wê da kûr fikr bikî, û mirovên baqil şîretê jê wergirin.” Sad/29

42- Imam ‘Elî (a.s.): “Heyhê bizanin! Çi xêr li wê xwendina bê fikrkirina da nîne, û bizanin! Ew ‘ibadetê ne bi têgihiştin û zanîn be, ew jî xêr têda nîne.”[42]

43- Ji Imam Sadiq (a.s.) hat pirsiyarkirin ku: “Mirov Qur’anê li şevekî da xitm bike çawa ye?” Ewî got: “Ez hez nakim xitma wê ji mehekî kêmtir be.”[43]

d) Fermanberî

“Ma gelo zemanê wê ne hatîye ku dilê bawerdaran ji ber bîrhatina Xuda û ji ber wê heqîya hatî xarê ra fermanê bibe? Û nebin wek wa kesên pêş da bûyîn xweyê kitêbê, û zemanek ser wa da derbas bû û paşê dilê wan req bû, û gelek ji wan fasiq in.” Hedîd/16

44- Dema ji Pêxember (s.a.a.) pirsiyar kirin: “ Qiraeta kî ji hemîyan xweştir e?” Kerem kir: “Ewê dema tu xwendina wî goh lê dibî, tu dibînî bi rastî ji Xuda ditirshê.”[44]

45- Imam Riza (a.s.): “Li rêka Xorasanê ve şevan li nav cîh da pir Qur’an dixwen da, vêca dema digiha ayetek ya behsa bihiştê an dojê dikirya û bihişt ji Xuda dixwesta û penaha xwe dibira Xuda ji agir.”[45]

9- Kesên Qur’an l’enetê li wan dike

46- Pêxember (s.a.a.): “Hene ew qur’anxûnên Qur’an l’enetê li wan dike.”[46]

47- Pêxember (s.a.a.): “Tu hingê qur’anxûnî ku (ji bê emrî yên wê) bêy paşnedan, eger te nede paş, tu ne qur’anxûnî.”[47]

48- Pêxember (s.a.a.): “Di dojê da aşek ji hesin heye ku serî qarî û ‘alimên gonehkar dihêre.”[48]

10- Gohdana Qur’anê

“Dema Qur’an hat xwendin, vêca hûn goh bidinê, bê deng bibin, da belkî rehm bi hewe bê birin.” E’raf/24

49- Pêxember (s.a.a.): “Bizanin heyhê! Kesê xudaxwaz be bila goh bide kelamê Xudê.”[49]

50- Pêxember (s.a.a.): “Kesê li ayetek ya kitêba Xudê goh ragirê ji wî ra çend beraber xêr tên nivîsîn, û kesê ayetek ya kitêba Xudê bixûne wê roja qîyametê ewê jê ra bike ronahîyek.”[50]

51- Dema Zurare der heqê ferzbûna bê dengbûn û gohdanê li demê sehkirina Qur’anê da pirsiyar ji Imam Sadiq (a.s.) kir, Imam weha bersiv da: “Belê, dema Qur’anê li bal te hat xwendin, gohdan û bê dengbûn li ser te lazim û pê divê ye.”[51]

11- Pêşîgirtin ji tefsîra ji kîs xwe

52- Pêxember (s.a.a.): “Xweda gotîye: “Bawerî bi min ne anîye ewê bi raya xwe gotina min tefsîr bike.”[52]

53- Pêxember (s.a.a.): “Ji bona ummeta xwe paş xwe tirsa min pitir ji wî kesî ye ewê Qur’anê ne li cîhê wê da (ne durist) tewîl bike.”[53]

54- Imam Sadiq (a.s.): “Kesê Qur’anê pê viyana xwe tevsîr bike, vêca eger rast derkeve xêr jê ra nayê û eger xelet bibe gonehê wê di sitûyê wî da ye.”[54]

Hazirkirina Seydayê Bohtî


[1] Newadira Rawendî, r. 21

[2] Tefsîra ‘Eyyaşî, c.1, r.6

[3] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 4029

[4] Bihar, c.92, r.19

[5] Nehc ul-Belaxe, xutbe 147

[6] Nehc ul-Belaxe, nama 47

[7] Tuhef  ul-‘Uqûl, r.150

[8] Kafî, c.2, r.602

[9] Bihar, c.92, r.19

[10] Me’anî el-Exbar, r.279

[11] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2454

[12] Nehc ul-Belaxe, xutbe 156

[13] Nehc ul-Belaxe, xutbe 176

[14] Bihar, c.92, r.15

[15] Bihar, c.92, r.186

[16]Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2330

[17] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2368

[18] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2382

[19] Nehc ul-Belaxe, xutbe 399

[20] Ed-de’ewat, r.220

[21] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2317

[22] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2478

[23] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2850

[24] Xisal, r.7

[25] Cam’i el-Exbar, r.115

[26] Kafî, c.2, r.604

[27] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2347

[28] Kafî, c.2, r.603

[29] Sevab ul-E’emal, r.283

[30] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2257

[31] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2441

[32] Bihar, c.92, r,17

[33] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 4032

[34] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2768

[35] Bihar, c.92, r.190

[36] Bihar, c.92, r.195

[37] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2777

[38] Tenbîh ul-Xewatir, c.2, r.236

[39] Bihar, c.92, r.213

[40] Tefsîra ‘Eyyaşî, c.2, r.270

[41] Newadir ya Rawendî, r.30

[42] Bihar, c.92, r.211

[43] Kafî, c.2, r.617

[44] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 4143

[45] ‘Uyûnu Exbar ur-Riza, c.2, r.182

[46] Bihar, c.92, r.184

[47] Şerha Nehc ul-Belaxe ya Ibnê Hedîd, c.10, r.23

[48] Cam’i ul-Exbar, r.120

[49] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2472

[50] Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2316

[51] Bihar, c.92, r.222

[52] Bihar, c.92, r.107

[53] Munyet ul-Murîd, 369

[54] Biahar, c.92, r.110