" يَا أَيُّهَا الرَّسُولُ بَلِّغْ مَا أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ وَإِن لَّمْ تَفْعَلْ فَمَا بَلَّغْتَ رِسَالَتَهُ وَاللّهُ يَعْصِمُكَ مِنَ النَّاسِ (Maide-67) "...
"Ey Pêxember! Ewa ji alîyê Rebb ê te ve bo te hatîye hînartin. Rabigehîne û danezan bike. Û eger tu wê nekî, te risaleta xwe ranegehandîye (pêk neanîye) û Xudê wê te jio mirova biparêzit..."[1]
ev berate li Xedîr Xum ê nazil bûye û ev e hinek zanînên zêdetir di vê barî da: dema Pêxember (s.) ji Heccet ul-Weda ê zivirî [2] ev berate di hejdehê Zîhecce yê da nazil bû ser Pêxember (s) [3] vêca ew jî digel karwan bi rêka Cuhfe yê ve hat û li Xedîr Xum ê danîn [4] û Xedîr ê Xum cîheke ku rêka Medîne, Misr û Şam ê wederê re derbaz dibit [5] li derê sekinî heta karwanên paş vî ve hatin gihanê û ewên pêşda jî çûbûn hamû dan zivirandin [6] û sehabiyên xwe hemû kom kirin û nehêla bilav bibin û xwe bibin ber sîbera dar û traşîn bilaveyên wa dor û bera. Û ewên bilav bibûn jî dan anîn û gazî kirin bo nimêja cimaet [7] û nimêja nîvro kirin [8] û paşê rabû xeber da. Hemdê Xudê kir û waz da û tişta Xudê viyayê got û paşê fermû: "bar kirina min ji vê dinyayê nêzîk e û ez berpirsim û hûn jî berpirsin, vêca hûn çi dibêjin?" Hemûya gotin em şehadet didin ku te gotina Xudê ragihand û te şîret kirin û Xudê xêra te binivîsit. Pêxember (s.) fermû: "ma hûn şehadet nadin ku qe ilahek ji xêncî Xudê nine û Muhemmed jî bende û hînartîyê wî ye û behişt û doj hene û heq in?" Ewa gotin: belê em şehadete bîniyê li ser hemûya didin...Paşê fermû: "goh bidinê,... gelî mirovno! Li ser hewz ezê di bareyê "Seqeleyn" ê da (Qur'an û Ehl ê Byet) pirsiyarê ji hewe bikim, vêca binêrin paş min hûnê çawa digel wa biborin." Yekî gazî kir "Seqeleyn" çine ey Pêxember ê Xudê? Fermû: "yek kitêba Xudê ye ku serek wê li bal Xudê ye û serê din jî di destê we da ye. Îjar xwe pê bigirin ku hûn di rê da wunda nebin û neyên guhurandin. Û (ya dî) Itret a min e, ehlê mala min e. U bi rastî Xudê Te'ala gotîye min ku ew herdu ji hev naqetin heya li ser hewz (di behiştê da) bigehên min.
Îjar pêş wa nekevin ku hûnê li helakê biçin û paş wa ve nemînin (ji wa dûr nekkevin) ku dîsa jî hûnê li helakê biçin. Û ewa nedin hîn kirinê (çiku) ew ji hewe zanatir in".[9]
Paşê fermû: "gelo neweye ku mafê min li ser her misilmanekî pirtir e ji mafê wî bi xwe li ser nefsa wî (ez xêra wî ji wî pirtir dizanim)? Gotin: belê ey Pêxember ê Xudê![10] Fermû: "gelo ma hûn şehadet nadin –nizanin- ez ji her misilmanekî ji wî bi xwe pirtir maf li ser wî heye?" Gotin belê ya resûlullah.[11]
Paşê destê Elî yê kurê Ebû Talib girt û bilind kir heta xelkê sipîtahiya bin çengê wa dît paşê emr kir: "gelî mirovno! Xudê mezin û mewlayê min e û ez mezin û mewlayê hewe me.[12] Îjar ew kesê ez mezin û mewlayê wî bim, ev Elî mezin û mewlayê wî ye. Ya Rebbî! Piştîvan be bo wîyê piştîvanê wî bit û dijmin be bo wîyê dijminiya wî bikit. [13] Û arîkar be bo wî kesê arîkarê wî bit. Û zelîl bike ewî kesê di şikandin û zelîl kirina wî bigerhêt û hej wî bikeyê hej wî bikit. Û bienre ji wî kesîyê ji wî bierinit. Paşê got, ya Rebbî! Tu şahidî."
Rawî dibêjit: Pêxembr (s.) û Elî di wî halî da man û ji hev qenebîn heya ev berte nazil bû: " Îro min ola hewe bo hewe kamil kir û min nîmeta xwe li ser hewe temam kir û ez bo hewe bi ola islamê razî bim." Vêca Pêxember (s.) got: "Ellahu ekber. Li ser kamil kirina ol û temam kirina nîmetê û razîbûna Rebb ê Alem ê bi risaleta min û welayeta Elî." [14]
Gelek ayetên dîtir jî hene ku ji mezinahî û şexsîyeta bilinda Ehl ê Beyt ê diaxivin û anîna wa berata hemûya di vê kitêba piçûk da mumkin nîne.
Hinek ji wa ayeta mexsûsê eslê vê dara pak yanî Imam Elî (a.) ne ku di kitêbên tefsîr, menaqib, riwayet û hedîs, sîret û esbab ê nuzûl da hatine nivîsîn û li vêderê emê işare bikin bal hinek ve:
1- "إِنَّمَا أَنتَ مُنذِرٌ وَلِكُلِّ قَوْمٍ هَادٍ" -Bi rastî hema tuyî tirsîner û bo her qewmekî hîdayetgerke heye. R'ed, 7
Di hedîsa şerîf da hatîye ku Pêxember (s.) dest danî ser singê xwe û got: " ez im, tirsîner û bo her qewmekî hîdayetgerek heye". Vêca tilya xwe bal Elî (a.) ve kir û got: "tuyî hîdayetger, paş min. Ewên li hîdayetê digerin wê bi te hîdayet bibin."[15]
2- " أَفَمَن كَانَ مُؤْمِنًا كَمَن كَانَ فَاسِقًا لَّا يَسْتَوُونَ " -Gelo kesê xwedîyê îman wek wî kesî ye yê fasiq? (Secde 18)
Di tefsîra hatîye ku: "mumin Elî ye û fasiq Welîd ê kurê E'qebe ye."[16]
3- "أَفَمَن كَانَ عَلَى بَيِّنَةٍ مِّن رَّبِّهِ وَيَتْلُوهُ شَاهِدٌ مِّنْهُ " -Gelo ew kesê ji alîyê rebbê xwe ve delîla ronahî heyî û şahidek jî, ji wî pê re hatî (qabil e ne li ser heqîyê bit)? (Hûd 17)
Di tefsîra da hatîye ku mexsed ji wîyê ku ayet dibêjit delîl û belga ronahî ji alîyê rebbê xwe ve heye, Pêxember (s.) e û şahid jî Imam Elî (a.) e.[17]
4- فَإِنَّ اللَّهَ هُوَ مَوْلَاهُ وَجِبْرِيلُ وَصَالِحُ الْمُؤْمِنِينَ -... Bi rastî arîkar û piştîvanê Pêxember, Xudê ye û Cebraîl û qencê wxeyê îmana. (Tehrîm 4)
Anegora ehlê tefsîr û hedîsê "qencê xweyê îmana-salih ul-muminîn" Elî Ibn ê Ebî Talib e. [18]
5- وَتَعِيَهَا أُذُنٌ وَاعِيَةٌ -û sehger seh bikit (tê bigihêt). (Haqe 12)
Pêxember (s.) ev ayet xwend û paşê berê xwe da Imam Elî (a.) û fermû: "min ji Xudê xwest ev goh, gohê te bit."
Imam Elî silavên Xudê li ser bin, dibêjit: piştî hingê çi tişta min ji Pêxember (s.) seh bikira dimaniya bîra min da û min ji bîr nedikira .[19]
6- إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ سَيَجْعَلُ لَهُمُ الرَّحْمَنُ وُدًّا -Kesên îman anîn û karên qenc kirin, Xudê hejîkirina wan dikit dila. (Meryem 96)
Pêxember (s.) gote Imam Elî: "ey Elî, bije ey Xuda min li ser soz û qerara bihêle, bo min di dilê xweyê îmana da hajîkirin û muhebbetê çê ke" û paşê vê ayetê xwend.[20]
7- إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ أُوْلَئِكَ هُمْ خَيْرالْبَرِيَّةُ ِ-Ew kesên îman anîn û karên qenc kirin ew in baştirînê xelkê. (Beyyîne 7)
Pêxwember ê Xudê emr kir: "ey Elî, mexseda vê ayetê tu î û şi'îyên te ne.
8- بِاللّهِ وَالْيَوْمِ الآخِرِ أَجَعَلْتُمْ سِقَايَةَ الْحَاجِّ وَعِمَارَةَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ كَمَنْ آمَنَ-Gelo hûn (ewên) avdana hecî ya û ava kirina Mescid ul-Heram ê (li xwe girtin) beranber dikin digel wîyê bawerî bi Xudê û roja qiyametê anîye? (Tewbe 19)
Gorekî şenê nuzûlê, mexseda ewila ayetê Ebbas û Telhe ne. Û ew kesê di ayetê da bi vî sifetê hat navdan ku "bawerî bi Xudê û roja qiyametê anîye", Imam Elî (a.) e.
[1] Hakimî û Heskanî di Şewahid ut-Tenzîlê da, c.1, r.190, ç.Beyrût, sala 1393 ya K.ya H., ji Ebdullah Ibn ê Ebî Ewfa digêrit ku got: min roja Xedîr xumê ji Pêxember (s.) seh kir ku ev ayet xwend. Paşê destê xwe bilid kir raberê ezmana heta sipîtahî ya bin çenga wî xûha, paşê got: heyhê! Ew kesê ez welî û mezinê wî bim ev Elî mewla û mezinê wî ye...
Û Wahidî di Esbab un-Nuzûl ê rûpelê 135 û Suyûtî di Durr ul-Mensûr ê c.2, r.198 da ji Ebî Se'î'd ê Xudrî riwayetek gêraye ku dibêjit: ev ayet di bareyê Elî Ibn ê Ebî Talib da nazil bûye.
[2] Mecme ul-Zewaid, c.9, r.163-165.
[3] Hakim ê Heskanî, Şewahid ut-Tenzîl, c.1, r.192-193.
[4] Mecme ul-Zewaid, c.1, r.163-165. Ibn ê Kesîr, c.5, r.209-213.
[5] Mu'cem ul-Bilda, madde ya cuhfe.
[6] Dîroka Ibn ê Kesîr, c.5, r.209-213.
[7] Imam Ehmed ê Henbel, Musned, c.4, r.281. Sunena Ibn ê Mace, baba fezlê Elî (a.). Ibn ê Kesîr, c.5, r.212.
[8] Imam Ehmed ê Henbel, Musned, c.4, s.281. Sunena Ibn ê Mace, baba fezlê Elî (a.). Ibn ê Kesîr, c.5, r.212.
[9] Mecme ul-Zewaid, hinek gotinên wî di riwayeta Hakim, c..., r.109-110. Ibn ê Kesîr, c.5, r.209 da hatîye.
[10] Musneda Ehmed, c.1, r.118-119, c.4, r.281. Sunena Ibn ê Mace, c.1, r.43, hedîsa 116 û kelîma "n'im" di Musneda Ehmed da hatîye, c.4, r.281 û 368 û 370 û 372. Ibn ê Kesîr, c.5, r.210 da wiha hatîye "e lestu ewla bi kullî emrin min nefsihî .
[11] Musneda Ehmed, c.4, r.281 û 368 û 370 û 372. Ibn ê Kesîr, c.5, r.347.
[12] Hakim ê Heskanî, Şewahid ut-Tenzîl, c.1, r.191. Ibn ê Kesîr, c.5, r.347.
[13] Imam Ehmed ê Henbel, Muned, c.1, r.118-119, c.4, r.281-370-372-373, c.5, r.347-370. Hakim, Mustedrek, c.3, r.109. Sunena Ibn ê Mace û Hakim ê Heskanî, c.1, r.190-191. Tarîxa Ibn ê Kesîr, c.5, r.209-210-213. Ibn ê Kesîr, c.5, r.209.
[14] Hakim ê Heskanî, ji Se'îd ê Xudrî riwayet dikit, c.1, r.157-158, hedîsa 211-212. Û herwiha ji Ebû Hureyre neql dikit, r.185, hedîsa 213. Tarîxa Ibn ê Kesîr, c.5, r.214, bi kurtî.
[15] Hakim, Mustedrek us-Sehîheyn, c.3, r.129. Kenz ul-Umal, c.6, r.157. Tefsîra Teberî, Fexrê Razî û Suyûtî, di bin vê ayetê da.
[16] Tefsîra Teberî, Suyûtî, Keşşaf, Esbaba Nuzûla Wahidî, Tarîxa Bexdadî û Rîyad un-Nedreh.
[17] Tefsîra Suyûtî û Fexrê Razî di bin vê ayetê da, Esbab un-Nuzûla Wahidî û Kenz ul-Umal, c.1, r.251.
[18] Tefsîra Durr ul-Mensûra Suyûtî, Kenz ul-Umal, c.1, r.237, E'sqelanî di Feth ul-Barî da c.13 r.27, Heysemî di Mecmuê da c.9 r.194.
[19] Tefsîra Teberî, Zemexşerî, Suyûtî, Mecme, Esbab un-Nuzûla Wahidî, Kenz ul-Umal c.6 r.408.
[20] Teberî, Zemexşerî, Suyûtî, Heysemî Mecme c.9 r.125. er-Rîyad un-Nedreh, el-Mehreqe r.102.