D- Sûreta Insan

" هَلْ أَتَى عَلَى الْإِنسَانِ حِينٌ مِّنَ الدَّهْرِ... إِنَّ الْأَبْرَارَ يَشْرَبُونَ مِن كَأْسٍ كَانَ مِزَاجُهَا كَافُورً ...(5) إِنَّ هَذَا كَانَ لَكُمْ جَزَاءً وَكَانَ سَعْيُكُم مَّشْكُورًا (22)"

   "Ebrar (qenc) ji amanekî vedixun ku tama kafûra behiştê didit* Ji kehniyekî ku bendeyên (pakên) Xudê jî vedixun (behrê werdigirin) û ewê carî dikin* Ew nezra xwe pêk tînin ji rojekî ku ezabek dijwar heye ditirsin* Û xwarina xwe digel wê çendê ku divên (û bo wan lazim e) didin jar û sêwî û êsîra* (Û dibêjin) em bo xatirê Xudê û razî bûna wî didin hewe û em di hemberê wê da qe tiştî û sipasê ji hewe naxwazin* Em ji Rebb ê xwe ditirsin ji ber rojekî (qîyametê) ku dijwar û ne xweş e* Vêca Xudê ewa ji gîr û girifta wê rojê diparêzit û şadî û keyfxweşê ser wa da rê dê dikit*  Û li baranberê xwe ragirtin û sebra wa da behişt û cilkên hevrîşim dikit behra wan* Û di wî halî da pal didin textên sipehî û li wêderê çi tengaviyê ji tava rojê û sermayê nabînin* Û sîbera wa (darên behiştê) diu ser wa da girtîye û çinîna vêqiyê wa rihmet û hêsan e* Û li dora wa amanên ji zîv û qedehên şûşeyî (ku tijî baştirîn xwarin û vexwarin in) digerînin* Û amanên şûşeyîyên ji zîv ku qasî lazim hatine hazir kirin* ...*  Û lawên nû gehiştîyên wek lulûên bilave ku her hene (bo xizmeta wan) li dora wa dizivirin û tên diçin* Li wêderê gelek gelek nimeta û berfirehî ya qudretî tu dibînî* Cilkên teng (nazik) ji hevrîşimê kesek ku leylan didit ber wa da ne û pê bazinên ji zîv hatine xemilandin û Xudê ewa av didit bibe xwarinek pak û temîz* Ev ceza û kiriha hewe ye û xebat û koşîna hewe meqbûl û cîhê sipasî ye...". (Insan 5-22)

   Qur'an di va ayetên pîroz da ji Ehl ê Beyt ê xeber didit û cîhê wayê bilind li xwe feda kirin û teqwayê da didit nîşan dan û ewa nimûnên mezinahî û pê çûnê bo beşer hesab dikit daku li dûv wa biçin û berê xwe bidin wa û di rêka wa da biçin ev qewimîna tarîxî ku ev ayetên henê di wê der heqê da nazil bûne êşare ye bal meqam û dereca wa ya bilind ve û teslîm bûna kamila wa bo Xudê Te'ala nîşan didit û evê çendê ronahî dikit ku ew bendên layiq in ku mizginî ya behiştê bo wan hatîye û her kesê pê wan biçit û rêka wan bigirit ber xwe wê digel wan bêt heşr kirin.

   Zemexşerî di tefsîra vê ayetê da ji Ibn ê Ebbas riwayetek gêraye ku bi vê awayî ye: "Hesen û Huseyn nexweş bûn, Pêxember (s.) digel komekî çûn seha wan, gotin ey Ebulhesen bo saxbûna zarokên xwe nezrekî bike. Elî, Fatime û Fizze ya xuddam, nezr kirin ku eger ji nexweşîyê sax bibin sê roja rojî bigirin. Hesen û Husey di wa roja da sax bûn. Di mala Elî da tiştek ya xwarinê tunebû, Hz. Elî (a.) ji Şem'ûn ê cihû sê "sa'a" ceh qer kirin. Fatime (a.) sa'ek ji wî cehê kir ard û pênc tutik nan jê çê kirin û ji her yekî re yek. Dema wextê fitarê hat û li ser sifrê kom bûn, xazokek hat ber derê malê û got: selam li ser hewe bin ey Ehl ê Beyt a Muhemmed (s.) muhtacek misilman in, xwarinekî bidin min. Îşleh Xudê xwarina behiştê bidit hewe. Ewa hemûyan xwarina xwe ya wê şevê dan wî û pê qurtek av borandin. Sibeha wê rojê rojî girtin. Di wextê fitarê da dema li dora  sifrê kom bûn, sêwîyek hat û ewan xwarina xwe dan wî. Herwiha şeva sisê jî êsîrek hat û xwarin xwest. Ewan fitara xwe ya wê şevê jî dan wî. Dema bû sibeh Elî (a.) destê Hesen û Huseyn girt û bir bal Pêxember (s.). Pêxember (s.) berê xwe da wan wekî dît wê ji birçîna dilerzin. Got: çiqas li min girane ez hewe di vî halî da bibînim. Paşê rabû û digel wan hat mala Fatime ya keça xwe. Dît ku di cîhê nimêjê da mijûlê ibadet û dia ye. Ew jî di halekî da ye ku zikê wê bi pişta wê ve zeliqîye. Dema weha dît ne rahet bû. Ceraîl (a.) nazil bû got: ey Muhemmed (s.)! Xudê, pîrozbehî ya ehlê vê beytê didit te û di vî halî da sûreta Insan ê di bareyê wa da li ser Pêxembr (s.) xwend.[1]

   Tebersê di "Mecm'e ul-Beyan" ê da riwayeta jorî nivîsîye û ji xêncî wê ji Elî Ibn ê Ibrahîm neql kirîye ku bavê wî ji Ebdullah Ibn ê Meymûn ji devê Imam Sadiq (a.) giraye ku emr kir: "di mala Fatime yê da hinek ceh hebû. Ew kir hevîr û peht û danîn ber xwe ku bixun. Muhtac hat û got: Xudê rihma xwe li hewe bikit. Elî (a.) rabû û sê yeka wê dayê. Pê re sêwîyek hat û got: Xudê rihma xwe li hewe bikit. Elî (a.) sê yeka dî dayê. Û pê re êsîrek hat û sê yeka mayî jî da wî. Qe ji wê xwarinê ber wa neket. Paşê Xudê Te'ala ayetên jorî di bareyê wa da hînart û Xudê digel her bendeyek yê xwe ku xudanê vê fedakariyê bit wê ewê digel bikit".

   Ev hedîs nîşan didit ku ev sûret li Medîne nazil bûye. Ebî Hemze yê Somalî dibêjit: " Hesen Ibn ê Hesen (Ebû Ebdullah Ibn ê Hesen) bo min riwayet kirîye  ku ev sûret hemû di bareyê Ehl ê Beyt ê da, nazil bûye".[2] Û Wahidî di kitêba "Esbab un-Nuzûl" li şenê nuzûla ayeta "we yut'imûne et-te'ame e'la hubbihî miskînen we yetîmen we esîren" yê da weha nivîsîye: "E'ta ji Ibn ê Ebbas giraye ku Elî Ibn ê Ebî Talib (a.) hat girtin ku baxek yê xurme di şêvekî da av bidit û di beranberê wî kiryarî da hinek "ceh"  kiriha xwe bisitînit. Dema bû sibeh û cehê xwe girt, sê yeka wê kirin ard û pê hinek ji wê xwarinek çê kirin. Û dema xwarin amade bû sêwîyek hat û xwarin xwest. Ew xwarinê dan wî. Sê yeka dî çê kirin. Êsîrekî muşrik hat û ew xwarinê dan wî. Û wê rojê birçî borandin ku ayeta pîroz nazil bû".

   Mufessira li ser vê çendê şidandîye ku ev ayet di bareyê Elî, Fatime, Hesen û Huseyn da nazil bûye. Her çend ibaretê ayeta digel hev ferq bin.[3] 

   Ev ayet delîl e, li ser wê çendê ku Ehl ê Beyt ê karçakên qenc in ku mizgînî ya behişti bo wan hatîye dayîn.  


[1]  Tefsîr ul-Keşşaf, Zemexşerî, sûreta Insan, Fexrê Razî jî evriwayetê ji Keşşaf ê û ji Wahidî neql dike.

[2]  Mecm'e ul-Beyan, Tebersî, tefsîra sûreta Insan.

[3]  Ihtimal heye ku di Riwayeta Ibn ê Ebbas da (di kitêêba eslî da) hinek ji hedîsê ketibit. Çiku tenê ji du sê yeka dî qe xeberdan ne kitine halê û çê dibit jî riwayet bi xwe awayî bit û eger webit riwayet nîşan didit ku ayat şeva duyê nazil bûye.