"................" Şûra 23
Pêxember (s.) diyar kirîye kanê mexseda evê ayeta şerîf çi kes in û kîn e. Ku hejê kirin û goh dan û vegerîna li ser rêka wan wacib û ferz bûye.
Mufessir, hedîsvan û nivîserên dîrok û siyera, riwayet kirin e, ku mexsed ji "qurba en-nebî" nêzîkên Pêxember (s.): " Elî, Fatime, Hesen û Huseyn in".
Zemexşerî di tefsîra "Keşşaf ê" da wiha dinivîsit:
"......................................" 1
Yanî: " hatîye riwayet kirinê, ku muşrika li cîhekî kom bûn e û hineka digota bi hineka: " hûn dibîn in, ku Muhemmed li ser ya ku bo wî hatîye dayîn (risalet) kirhê dixwazit...?"
Hingî ev ayet nazil bû: "bibêje (ey Pêxember! ) ez li ser wê çi kirhê naxwaz im xêncî hejî kirina Ehl ê Beyt ê".
Zemexşerî di dewamê da dinivîsit, ku "riwayet bûye dema ev ayet nazil bû, bo Pêxember (s.) hat gotin ey Resûl ê Xudê! Nêzîkên te yên hejî kirina wa li ser me wacib û ferz bûye, kîne? Got : " Elî, Fatime û du kurên wa" ne.
Ehmed ê Henbel, di Musnedê da bi seneda xwe ji Se'îd ibnê Cebîr ji Ibn ê Ebbas neql dikit, ku got: "dema ev ayeta Qur'an ê nazil bû, ".............................." got in : "ey Resûl ê Xudê! Nêzîkê te yên hejî kirina wan li ser me ferz bûye, kîne? Got: "Elî, Fatime û du kurên wan e".2
Fexrê Razî di "Tefsîr a Kebîr" da piştî nivisîna gotina Zemexşrî xwedîyê " Tefsîr a Keşşaf" di bareyî Al ê Pêxember (s.) da dinivîsît: ".............................."
Yanî Fexrê Razî dibêjit, Al ê Muhemmed (s.) ewin; yên nisbetdayîn bal wî ve û ev pêk ve giridan şidihayîtir û kamiltir bit ew e Al. Û şik di vê çendî da nîn e, ku pêk ve bûn û girêdana di navbera Fatime, Elî, Hesen, Huseyn û Pêxember (s.) da şidihayîtirîn û germtirîn girêdan bûye û ev yek pê gotinên mutewatir û gelek me'lûm eşkera dibit. Nixwe divê Al hama ew bin.
Û di "Al" ê da ixtilaf kirin e.Hineka gotîye "Al" mirvên nêzîkên Pêxember (s.) in. Hineka jî gotîye ummeta wî ye.3
Îjar eger em wate ya yekemê bigir in, ew Al in û eger em wate ya duyemê bigir in, dîsa ew Al in. Nixwe gorekî hemû awa û gotina sabit û muheqqeqe, ku ew -Elî, Fatime, Hesen û Huseyn- Al in. Lêbelê ji xêncî wan kanê gelo dikev in bin wate û bêje ya "Al" ê yan ne? Gelemşe li ser heye û ne muheqqeqe. Gorekî vê gotêna Fexrê Razî waha lê têt, ku her ew in, yên muheqqeq ji Ehl ê Beyt ê û ev ayet di bareyê wan da ye. Û xwedîyê Keşşaf ê riwayet dikit, ku dema ev ayeta meweddetê nazil bû, hat gotin: "ya Resûlullah! Ew mirovên te yên nêzîk ku hejî kirina wan li ser me wacib bûye, kîne? Pêxember (s.) fermû: "Elî, Fatime û du kurên wan in". Vê gorekî sabit dibit, ku "eqarib" û nêzîkên Pêxember (s.) ev çar kes in. Û dema ev sabit bû divê bo wan qedr, qîmet û mezinahîyek zêdetir hebit...
Çend tişt li ser vê yekê delalet dikit
1- Gotina Xudê: "........................" û awayê istitlalê ew bû, ku derbaz bû.
2- Şik tune hin ku Pêxember (s.) hej Fatime yê dikira çawa ku gotî: ".............." Fatima qetek yê min e. Tişta wê ezîyet bikit, ew min didit ezîyetê û bi gotina mutewatir sabit e, ku Pêxember (s.) hej Elî, Hesen û Huseyn dikira û dema ev sabit bû, li ser ummetê ferz e, ew jî pê wî biç in, çiku Xudê di Qur'an ê da fermû: "..............................." Al ê Imran 31
Bêje eger hûn hej Xudê dikin, tabiê min bib in (wek min bin) Xudê jî wê hej hewe bikê.
Û dîsa dibêjit: "............................." E'raf 158
Tabiê wî bib in belkî hûn hidayet bib in.
Û dîsa dibêjit: "............................." Nûr 63
Bila ha ji xwe heb in, yên muxalifeta destûrên wî dikin.
Û dîsa emr dikit: "..........................." Ehzab 21
Bi heqîqet Pêxember ê Xudê (s.) bo hewe uswe nimûneyek baş e.
3- Dia bo "Al ê Pêxember (s.)" dereceyekî mezin e û dia ya jni ware di paşîna teşehuda (tehîyyat) nimêjê da hatîye danîn, ku têt gotin "Ellahumme sallî e'la Muhemmed în we Al î Muhemmed în – werhem Muhemmed en we Al î Muhemmed în" û ev mezinahî û qedr qîmet ji xêncî "Al ê" re tune. Eva henê bi temamî delalet dikit, ku hejî kirina Al ê Muhemmed ferz û wacib e.
Imam Şafi'î di helbesteka xwe da waha gotîye:
Ey siwaro! Li erdê xîzê Mina yê bisekin e.
Û gazî ehlê "xîfê" yên sekiniyî û li ser piya bike,
Û li wextê sibehê re ku hecî diç in bo Al ê Mina yê,
Wek robarê ku carî dibit.
Eger hejî kirina Al ê Muhemmed (s.) rafizîtî bit
Bila cin û insan şahid bin ez rafizî me.4
Û Teberî ji Ibn ê Ebbas neql dikit, ku got dema ayeta "................................." bû got in: "ya Resûlullah! Ew nêzîkên te yên hejî kirina wan li ser me ferz bûye, kîne? Fermû: Elî, Fatime û du kurên wan e". Ehmed di Menaqib ê da ev hedîsê anîye.5
Û Ibn ê Munzir, Ibn ê Ebî Hatem, Ibn ê Merduye û Teberanî di Me'cem ul- Kebîr ê da ji Ibn ê Ebbas riwayet kirin e, ku got: dema ev ayet nazil bû :"............................................." gotin ey Pêxember ê Xudê (s.)! çi kesên ew mirovên te yên nêzîk, ku hejî kirina wan li ser me wacib bûye? Pêxember (s.) fermû: " Elî, Fatime û kurên wan in".6
Mexseda Qur'an ê ji vê hejî kirinê ew e, ku tenê girêdanek a'tifî û hejî kirinek qelbî çêbit û bes... Nixwe çi qîmet bihayek nîne. Bo wê hejî kirina bi minnet di dila da, di emel û kiryarê xwe da nîşan nedit, ji derveyê dil da misdaq û waqi'îyyet jê ra çê nabit.
Hejî kirina Ehl ê Beyt a Pêxember (s.) li peyçûna wa da ye û "hubb" û hejî kirina wan ew e, ku mirov bi rêka wa ve biçit û gotinên wa pêk bînit û dersên emelî ji wa bigirit û ewa di nav ummetê da bikit rêber û pêş bikêş.
Dema Qur'an evê ayetê li ser deqê Pêxember (s.) carî dikit. Yanî destûrê didiyê bo ummetê û hemû insana bêjit, ku ew ji ber reblîx û ragehandina risaletê ji ber zehmetê gelek zêdeyê ber wa da kişandî, bo hidayeta wan çi kirih û ucretê naxwazit ji xêncî hejî kirina Ehl ê Beyt a xwe bizivîn û hereket kirina li ser rêka wan... Û mexsed jî, ji vê berdan û teweccuh danê piştî, ku Qur'an ê berê xelkê dayî wan tenê ev e ye, ku ew rêka gerek e, ummet li ser biç e, bêt paraztin û xeta eqîdetî û bawerî û şerî'etê xar nebit û rast bimînit.
Eger ewelê biya, ku Ehl ê Beyt ê (a.) wê li ser rastîyê bimînin û dikarin li ser rêka rast û hidayetê rêberî û pêşkêşî ya ummetê bikin wê Qur'an ê bi vî xeber nedabiya û wê destûr nedabiya Pêxember (s.), ku kirih û heqê xwe li ser ummetê bikira hejî kirina Ehl ê Beyt ê.
Bi rastî ev ayeta Qur'anî lazimiya girtina bi Ehl ê Beyt ê (a.) û peyçûna wan bi me didit zanîn çiku pakî û rastî û duristî ya şexsê wan ji alîyê Xudê ve, hatîye piştgîrî kirin û Qur'an ê pê vê çendî divêt bêjitme, ku hewe bawerî hebit û hûn êmin bin bi hejî kirin û girtina bi rêka Ehl ê Beyt ê û fêrbûn û zanîna Islam ê bi rêka wa ve, çiku rêçka wan êmin e û rast e û xar nebûn wan hatîye zimanet kirin û cîh kirin.
Gotinên ehlê tefsîr û hedîsê (ku behsa hinek ji hat kirin) tefsîra vê ayetê ji devê Pêxember (s.) gihandin e, me û ewê tefsîrê hejî kirina Ehl ê Beyt ê kirîye di dila da û ew kirîye li nav jîyana misilmana re û ev çend li emel û kiryar û ihsas û atifa wî re diyar e. Û bi vî awayî fikra xwe di bareyê wan û dost û dijminên wa û rêçka wa û gotinên wayên: hedîsî û fiqhî û tefsîrî û fikrî û eqîdetî û rêçka wan ya rehberî û sîyasetê ronahî kirîye.
Û evê şexsîyet û mezinahî ya wa wateyekî taybetê bi xwe ve heye û layîq e, ku misilman bi kûrati ya wê bihesihên.
1- Fexrê Razî / el-Tefsîr ul-Kebîr / Tefsîr ul-Şûra, ayet 23.
2- Xayet ul-Meram / tefsîra vê ayetê.
3- Helbet li bal ehlê zanînê diyare, ku ev wate bo "AL" ê gelek ji wate ya rastê ya wê dûr e û di zimanê erebî da wate ya "AL" ê, kifş û ronahî ye û bi wê anegorî çê nabit. Mirov bêje ya "AL" bi "UMMET" tefsîr bikit û zêdeyê ji vê çendê jî, gelek riwayet û hedîs di tefsîra vê ayetê da hatin e û ronahî kirin e, ku al " Elî, Fatime, Hesen û Huseyn in".
4- Fexrê Razî / el-Tefsîr ul-Kebîr / tefsîra ayeta 33 ya Şûra.
5- Teberî, zexaîr ul-ûqba, behsa manaqiyên zî el-qûrba, r. 25.
6- ....................., Suyûtî, Muesseset ul-Wefa Beyrût 1404.........8. Û Durr ul-Mensûr, Suyûtî c. 4, r. 7 ji Se'îd Ibn ê Cebîr ji Ibn ê Ebbas neql kirîye. Teberanî , Mu'cem ul-Kebîr û Musned ul- Imam îl-Hesen c. 1, r. 125 (nusxa xetî di kitêbxana Zahirîye da li Demeşq ê, ku ibaretê wê hinekî ferq e. Teberanî ............, Mecm'e ul-Zewaeh c.9, r. 168 û Teberanî, Zexaîr ul-Ûqba r. 25 ku gotîye Ehmed di Menaqibê da neql kirîye. Û Ibn ê Sebax ê Malikî, Yenab'i r. 29. Qurtubî, el-Cam'iu lî ehkam îl-Qur'an, bi riwayeta Se'îd Ibn ê Cebîr ji Ibnê Ebbas, c.16, r. 21, 22.