A- Ayeta tethîrê

   "......." "Bi rastî Xudê dixaz e pîsatîyê ji hewe Ehl ê Beyt ê tenê, bibit û hewe pakê pak bikit". (Ehzab 33)

   Hedîs û riwayet di vê der heqê da gelek zaf in, ku mexsed ji "Ehl ê Beyt" ehlê mala Pêxember (s.) in. Û ew jî: "Elî û Fatime û Hesen û Husyn in"

   Di tefsîra "Dur ul-Mensûr"a Suyûtî da bona ronahî kirina me'na  vê ayetê riwayeta jêrî hatîye nivîsîn:

"Teberanî ji Ummu Selemê (herema Pêxember (s.) ) neql  dikit, ku Pêxember (s.) ji Fatime ra  gotîye, her e malxweyê xwe û kurên wî bîn e bal min. Ewê jî destûra wî pêk anî û çû wana anîn. Vêca Pêxember (s.) ebayê xweyê fedekî avêt wan û pêr e destê xwe danî ser milê wan û got: " Ey Xuda! Bi rastî ev in, Ehl ê Muhemmed". (di riwayetekî da şûna "Ehl ê Muhemmde" da "Alî Muhemmed", hatîye) vêca tu selewat û berketên xwe ser Al ê Muhemmed da birijîn e. Çawa ku te ser Al ê Ibrahîm da darijandî. Her tuyî xwedîyê medh û  mezinahî ya ".

   Di dewama riwayetê da Ummu Seleme dibêjit: "min eba bilin kir, daku ez jî biç im bin ebayê digel wan. Vêca Pêxember (s.) ew ji destê min deranî (ne hila ez biç im bin ebayê) û got: "tu qenc û li ser xêrê yî".

  Dîsa ji Ummu Seleme malîna Pêxember (s.) riwayet kirin e, ku Pêxember (s.) li mala wê da li ser cihê xewa xwe ebeyekê xeyberî  li xwe wer kiribû, ku Fatime yê amanek xwarin anî, vêca Pêxember (s.) gotê gazî malxweyî xwe û du kurên Hesen  û Huseyn bik e û bîn e bal min. Ewê jî wana anîn û di halê ku ewa  xwarin dixwaran, ev ayet nazil bû ser Pêxember (s.) "......." Vêca Pêxember (s.) gohê ebayê girt û li wa dakir û paşê destê xwe eba re derêxist û raberê ezmana kir û got: " Ey Xuda! Ev in ehlê beyta min û pêve giridayên min in, nixwe tu pîsatî ji wa bibe û ewa pak bik e" û sê cara ev gotinê got. Ummu Seleme dibêjit: "min jî serê xwe kir bin  perdê da (eba) û got: " Ey Pêxember ê Xudê! Ez jî digel heweme? Pêxember (s.) du cara got: "tu vaşî. Tu li ser xêrêyî". 1

   Pêxember ê Xudê (s.) dewamê dikit, ronahî kirina wate ya ayetê û desta jî nakişînit heta ummet ewî baş fam bikit û tê bigehit daku rêka wan pê wê ronahî bibit û ummet ji hidayetê ve nebit û rêka xwe xar nekit.

   Dîsa Pêxember (s.) emr dikit:

"................"

Ayeta tethîrê der heqê pênc kesa da hatîye, der heqê min, Elî, Fatime, Hesen û Huseyn de.2

   Di tefsîra vê ayeta tethîrê da, ji bona me'lûm kirina va kesên ev ayet di bareyê wa da hatîye hînartinê û kanê mexseda ayetê çi kesên, bûyera jêrî  ji A'îşê neql bûye, ku dibêjit:

"Rojekî Pêxember (s.) derket û cilkek (eba) ji mûyê reş hatîye çêkirin li ser milê wî bû. Îjar Hesen ê kurê Elî (a.) hat Pêxember (s.) ew kire binda, paşê Huseyn hat, ewî jî kir binda.Paşê Fatime hat ewî jî, kir e di bin da, paşê Elî hat. Ewî jî kir bin wî ebayê da û paşê ev ayetê xwed: "Bi rastî Xudê dixaze ku pîsatî ji hewe Ehl ê Beyt ê tune bibit û hewe pakî-pak bikit". 3

   Di riwayetek dî da hatîye, ku dema Pêxember (s.) ji bo nimêja sibehê ber derê mala Fatime yê ra derbaz dibiya digota: "Rab in nimêjê ey Ehl ê beyt a min, rab in nimêjê. Û pê re ayeta tethîrê dixwenda". 4

   Bi vî awayî Qur'an ji Ehl ê Beyt ê xeber didit û şexsên wayên pak û dûr in ji pîsatî û goneh û bin emrî ya hewayê nefsê vediqetînit. Û ji ber vê yêkîye ku ew bi xwe û rêka wan ji bona me uswe û nimûnene.5

   Bê şik Qur'an ê ew bi me nedane nasandinê bi qe awayî nasandinê meger ji wî qasî ra kuli ser bilindatî ya meqam û derece û merteba cîhê wan bişidînit û muhim bidit ber çava daku berê xelkê bidit dewsa wan û da bo fam kirin û zanîna şerî'etê xelk berê xwe bid in wa û biç in bal wa û destûr û hukm û qanûn û qirarên xweyên jîyanê ji wa bigir in û daku bo ummetê terazî, mîzan û pêkve danîbit, ku eger di fam, bawerî û gotina da xilaf ketnav wan li wa (Ehl ê Beyt ê) bizivir in û gotin, fikr û bawerîyên xwe li ber wa bikiş in û pê wa bipeyv in û xwe rast bik in û ev çend ji gelek ayetên Qur'an ê yên dîtir, ku li ser nimûne û uswe bûna Ehl ê Beyt jo bo ummetê, paş Pêxember (s.) tekîd dik in û dişidîn in û ronahîtir dibit.

   Ji vê çendê ku Pêxember (s.)  serê sibehê ber derê mala Fatime yê ra diçiwa gazî wa dikira bo nimêjê û vê meselê bi heyva dewam kir. Û ji vê têt zanîn ku diviya şexsên Ehl ê Beyt ê bidit nasandin. Û ayeta tethîrê bo misilmana tefsîr bikit. Û ummetê bi meqam û mertebe Ehl ê Beyt ê bihesînit û berê ummetê bidit wan û hejî kirin û gohdan û welayeta wa li ser ummetê ferz û wacib bikit. Û eve ye ku Teberanî ji Ebulhemra riwayet dikit, ku: Min dît Pêxember ê Xudê (s.) şeş meha dihata ber derê mala Elî û Fatime yê û ev ayet dixwenda: "................."6

   Fexrê Razî di tefsîra xwe da dinivîsit,ku Pêxember (s.) paş nazil bûna vê ayetê " destûrê bide ehlê mala xwe bo nimêjê û li ser pêk anîna wê sebrê bik e". (Taha 132)

Her sibe diçû ber derê mala Elî û Fatime yê digota: "Rab in bo nimêjê" û bi meha dewam  da evê karî.

   Di hedîsa Hemad ibn ê Seleme da ji Elî kurê Zeyd, ji Enes hatîye, ku Pêxember (s.) bo nimêjê derdiketa û berderê mala Fatime yê ra derbaz dibi ya û heta şeş meha digota: "Rab in nimêjê ey Ehl ê Beyt ê! Bi rastî Xuda dixaze ku pîsatî ji Ehl ê Beyt ê bibe û hewe pakê-pak bikit".7

   Ev riwayet ronahî dikit, ku Pêxember (s.) çi qas bala xwe daye vê malê û li ser vê yekê şidandîye,ku her ew in Ehl ê Beyt a wî ya, ku Xudê pîsatî ji wa birî û ew pakê-pak kirîn ...piştî ,ku Xudê berê  xeberdanê dayî wî gotî: "....................."

Di ayeta tethîrê da  "înnema yurîdullahu lîyuzhîbe e'nkum ur-rîcse ehl el-beytî  we yutehhîrekum tethîra" bêje ya  nêrza "muzekker" hatîye ne mêza "muennes" yanî  "e'nkum" û "yutehhîrekum" û ev delîl e li ser vê çendê, ku mexsed  ew pênc kesên (ku navê wa derbaz bî) ne jinên Pêxember (s.) û di pirtûkên tefsîra Qur'an ê da hatîye nivîsîn, ku eger mexseda ayetê jinên Pêxember (s.) bûna, gerek e şûna "e'nkum" û "yutehhîrekum" ê da ku nêrza, bêje ya " mêza yanî " e'nkunne" û "yutehhîrekunne" bihata, ku berê xeberdanê bikita jina.

   Bi rastî ev ayet rêkekî fireh didit ber me û fikra me dikişînit bal heqîqetên binyatî di jîyana Islamî da, daku fikr û hizrên me şêlû û muşewêş nebin û û mexsedên heqyên  kitêba Xudê li ber me winda nebin, ew kitêba ku viyayî ummet li ser esasê pakî û dûrîtî ya ji pîsatî û rizîl ya bêt ava kirin. Û Ehl ê Beyt ê kirî mihwer û esasa û ronahîger bo wî avahîyî. Û di nav misilmana da ji xêncî Ehl ê Beyt ê nayên dîtin; ku Qur'an ê ev sifetê bo wan qirar dabit û di nav wada  nîn in kesên, ku Pêxember (s.) ev sifetê dabit wa û pê vî sifetî  digel wa xeber dabit. Yanî sifetê pakî ya temam û dûratî ya ji goneh û bê emrî ya Xudê.

1- Tirmizî c. 2 / Menaqib u-Ehl îl-Beyt / r. 308 bi seneda xwe ji 0mer ê kurê Ebê Seleme yê "rebîb" ê Pêxember (s.) dinişîst ku: ayeta " înnema yurîdullahu lîyuzhîbe e'nkum ur-rîcse ehl îl-beytî we yutehhîrekum tethîra" di mala Ummu Seleme da ser Pêxember (s.) nazil bû, Vêca Pêxember (s.) gazî Fatime yê, Hesen, Huseyn û Elî kir û e'bayek bi wa dakir û paşê got: " ya Rebbî! Ev in Ehl ê Beyt a min. Tu pîsatîyê ji ewa pak bike". Vêca Ummu Seleme got:"ez jî digel wa me ya Resûl ê Xudê?" Pêxember (s) gotîye: "tu li cîhê xwe da yî, tu li ser xêrê yî".

2- Ibn ê Cerîr û Ibn ê Ebî Hatem û Teberanî ji Ebû Se'îd ê Xudrî ev riwayet kirine û "Xayet ul-Meram" evî hedîsê ji kitêbên jêrî neql dikit: ji tefsîra "Se'lebî" û ji "Tirmizî" ku  ev hedîsê sehîh zanîye û ji Ibnê Merduye û herwiha ji Sunena Beyheqî ku ji rêka Ummu Seleme ve, neql kirîye / el-Mîzan.

3- "Xayet ul-Meram" dinivîst ku ev hedîs bi riwayeta A'yşe ji wa hadîsaye ku Sehîha Buxarî û Sehîha Muslim li ser wê hevalbendî kirine. Herwiha Zemexşerî di tefsîra "Keşşaf " ê da li bin tefsîra ayeta Mubahele da ev hedîsê anîye.

4- Ev hedîs bi vê wateyê ibaretên têvel ji wa hedîsên navdar e û hevalbendî li ser hatîye kirin, anegora lêkolîna xweyê kitêba "Ihqaq ul-Heq" ev hedîsê gelek sehabi ya hatîye riwayet kirin û di cildê duyem da heftihi ser kehnî bo va hedîsa anîne. Hakimî Heskanî di cildê duyema "Şewahid ul-Tenzîl" ê da 130 riwayet ji sehabi ya riwyet dikit û ev çende i'tibara zêde û tewatura vî nîşan didit / wergêr.

5- Hedîsa "esselatu ya Ehl el-Beytî..." Ibn ê Merduye ji Ibn ê Ebî Şeybe û Ehmed ê Tirmizî neql kirine û "hesen" zanîne. Ibn ê Cerîr, Ibn ê Munzir, Teberanî û Hakim, "sehîh" kirine û Ibn ê Merduye jî, ew ji Enes neql kirîye / el-Mîzan, tefsîra ayeta Tethîr ê.

Suyûtî û gelek mufessirên dîyên hêja di tefsîr û pirtûkên xwe da nivîsîne ku Pêxember (s.) heya şeş meha; û gotineke dî dibêjit heşt heyva û yek neh meha  çiqas ber derê mala Elî (a.) û Fatime (a.), derbaz dibû ya waha digota û dewam li ser wê nîşan didit; kanê Pêxember (s.) çiqas bo vê yekê xebitîye û viyaye ku Ehl ê Beyta xwe bi ummetê bidit nasandin daku di vê barîda qe girêhişk nemînin û ummet xwe bi wa bigirit.  

6- Cami ul-Usûl c.9, r.156, ji Sehîha Tirmizî bi awayê jorî neql dikit û ji Enes ê Malik jî weha riwayet dikit ku: dema Pêxember (s.) bo nimêjê derdiketa berderyê Elî û Fatime yê ra derbaz dibû ya, vêca digota "esselatu ya Ehl el-Beyt! – rabin nimêjê ey Ehl ê Beyt ê!" û pê re ayeta Tethîrê "înnema yurîdullahu..." dixwenda. Hakim jî, di Mustedrekê da c.3, r.158 ev riwayetê gêraye û sehîh zanîye.

7- Teqyuddîn ê kurê Ehmet Ibn ê Elî Muqrîzî (wefat 845 a Koçî) Fezlu Al îl-Beyt 21.