WE’ZÊN PÊĞEMBER (s.a)

ÇAVKANΠ Çil Hedîsa Îmam Xumeynî. Hedîsa Bîst û neh

Ibin ‘emmar dibêjê min j Imam Sadiq selam lê binbihîst digûta: «d wesyeta pêxember da selat û selam l wî û alê wî bin j ‘Elî ra selam lê binwiha hatiye: Ey ‘Elî ezê hinek wesyeta l te bikim, ewa j xwe ra bigre. Paşê gût: Ya reb, arîkarya wî bike:

Ya yêkê rastî ye, bila derew û vir qet j devê te nederkevin.

Ya duwê paşketina j herama ye, xwe nêzîkê xiyanetan neke.

Ya sisê ewe ku tu j Xudê bitirsî heçweku tu ewî bibînî.

Ya çarê pir girîna j tirsa xuda ye. Jber her rûndikekî ve hezar avahî d cennetê da j tera ava dibin.

Ya pêncê ewe tu mal û xwîna xwe l ber dînê xwe da bidî.

Ya şeşê ewe tu d nimêj û rûjî û sedeqê da xwe b sunneta min bigirî; nimêj pêncî rek’et, rûjî herheyv sê roj: Pêncşema ewwilê mehê û çarşema nîvekê û pêncşema dûmahîkê; sedeqê jî b awayek wereng pir bide û xwe bêxe zehmetê heta tu j xwe ra bêjî ku êdî min zêdegavî kir lê hal eve te zêdegavî û israf nekirbê. Hay j nimêja şevê (teheccuda‌) hebe, hay jê hebe, hay jê hebe, hay j nimêja nîvrû hebe, hay jê hebe, hay jê hebe.

Qur’anê bixûne d her hal û karî da. D nimêjê da herd‌u destên xwe bilind‌ bike û bizivirîne.

D demê her destmêjekî da miswakê bikar bîne.

Exlaqên baş j xwe ra bigre û bikar bibe. Exlaqên pîs j xwe bişû û xwe jê dûr bigre. Vêca eger te we nekir j xwe pêve lûman l kesî neke.

 

Pêşekî

Tê fêhmê ku ev şîretên hezretê resûl selat û selam l wî û alê wî bin d vê hedîsa şerîf da l Imam ‘Elî selam lê binkirîn d hizra wî da gelek muhim bûne.

Yêk ev ku: Herçend‌ j Imam ‘Elî selam lê bindûre ku hay j sînûrên şer'î nemînê, lê dîsa evan wesyetan lê dikê, evahe dixweyhênê ku ev gûtin l bal wî hezretî pir giring û muhim bûne. Evahe jî tiştek 'urfî ye ku mirûv tiştek muhim j kesekî ra bêjê ku mirûv zanê muheqqeq ew wan tiştan b cî jî tênê.

Lê vêca ev ihtimal ku: Ev wesyet jibûna wê ye ku b vê rêkê ve ewa bighênê guhê xelkê, wek çewa tê gûtin: Dîwarû ez j te ra dibêjm, bûkê tu bibhîze, evahe dûre, çikû gûra eşkereyê hedîsê, berê xeberdanê l hezretê ‘Elî ye, şahid‌ê wê jî "fî nefsik" û " ellahumme.." ye ku d hedîsê da hatiye. û ev şiklê wesyet kirinê d nav imaman da jî hebûye. Wek vê ku mîrê bawerdaran d wesyetek ya xwe da j imam Hesen û imam Huseyn ra dibêjê: Ev wesyeta mine j hewe herd‌uka ra û j wan kesan ra ku nivîsûka min bighê wan. Kifşe ku Heseneyn selam l wan bin ketine ber vê wesyetê. Wesyetên wiha muhimya gûtinê û hezkirina pir j hev du nîşan didin. Welhasil ev yêk ku berê wesyetan l mîrê bawerdara ye ev nîşanê muhimya wesyet û şîreta ye.

Yêk dî eve ku her çend‌ mumkin nebê mîrê bawerdaran b van wesyetan ‘emel nekê, lê dîsa b teikîd‌ jêra hatiye gûtin.

Yêk dî eve ku piştî dibêjê: Ez wesyetê l te dikim, dibêjê: Hay jê hebe û eva wesyetan xweyke û j min bigre. û piştî wê jî jêra du’a kir: Yareb arî bike. Xêncî j van jî hinek teikîd‌ û şidandin hene wek: Nûna teikîd‌ê û tikirar û d‌ucar û sêcar kirin û ...

Nixwe kifş bû ku gûtin pir muhimmin û kifşe ku d çi yêk j van gûtina da menfî’eta şexsî nehatiye melheze kirin, belkî mexsed‌ gihandina menfî’etê ye j yên dî ra. û ger çi berê xeber danê l mîrê bawerdara ye, lê çikû ev gûtin berpirsyariya giştî ne, gereke em hay jê bimînin û bixebitîn ku wesyetên hezretê resûl l ‘erdê nemînin. Gereke em bizanîn ku hezkirina pir ya resûlê ekrem j hezretê ‘Elî nîşan didê ku evan gûtina pir feyde têda hebin.

xirabyên derewê

Yêk j wesyetên hezretê resûl selat û selam l wî û alê wî binhevrê bûna rastyê û dûrî ya j derewê ye, evahe ku gûtina wê pêş yên dî xist, nîşan didê ku d fikra wî da ev j yên dî muhimtire. û emê behsa xirabyên derewê pêş gûtina başyên rastyê bêxîn. Vêca bizane ev pîs û qebîha he j wa tişta ne ku ‘eql û neql l ser pîsatî û xirabya wê muttefiqin û ew bixwe jî j gunehên kebîre ye çewa ku d hedîsan da hatiye. Her wiha carna hinek pîsatî yên dî pêve tên ku ne kêmtirin j wê bixwe. Carna j ber eşkere bûna de‌rewekî mirûv wereng j çavan dikevê ku heta xilaseka ‘emr jî cibran nabê, Xudê nekê mirûv b derewînyê meşhûr bibê ku tiştek wek wê heysyeta mirûv pê naşkihê. Xêncî j vê vêca xirabyên wê yên dînî û uxrewî jî pirin. Ku l vêderê emê hinek j van hedîsan bênîn û çikû mesele j wan tiştên gelek ronahî ye em xeberdanê dirêj nakîn.

Imam Baqir selam lê bin dibêjê: «Xudê j xirabyan ra hinek qufl danîne û klîda wan qufilan kirye ‘ereq û derew ku j ‘ereqê xirabtire».

Niha binêre hedîsa ku j ‘alimê alê Muhemmed‌ selat û selam l wî û alê wî bin hatî neql kirin ku d kitêbekî da hatiye nivîsîn ku ‘aliman hemiyan (Xudê j wan razî bê) ew qebûl kirine, vêca bibîne gelû rêkek j 'uzr anînê ra dimînê? gelû ev sivik girtina derewê j ze'êfya bawerya b exbarên ehlê beytê pêve j ber tiştek dî ye? em b şiklên xeybî yên ‘emelan û b peywenda me'newî ya mulk û melekût nizanîn, j ber vê ye ku em riwayetên j vê pêkê haşa dikîn û em dibêjîn ev mubalixe ye, ev bixwe rêkek neduriste ku j cehl û ze'êfya îmanê çêdibê. fereza ku j qismê mubalixê bê jî, ma mubalixe negereke d ciyê xwe da bê? gelû mirûv dikarê derheq her tiştî da bêjê j ‘ereq û şerabê pîstire, an gereke pîsatya wê pir zêde bê ku b şiklê mubalixe mirûv bikarê bêjê j şerab û ‘ereqê xirabtir û pîstire?

Hezretê Baqir selam lê bin kerem kirye: «vr û derew herifandina îmanê ye». Hema birastî exbarên wiha mirûv dilerizênê û pişta mirûv dişkênê. Gumana min ewe ku derew ewqas d nav xelkê da bilav bûne ku xirabya wê j halê rabûye! lê emê hingê hişyar bibîn ku em binêrîn îman ku sermaya jiyana axiretê ye j ber vê derew kirinê j dest me derketye û em pê nehesane.

J Imam Riza selam lê bin riwayet bûye ku: «j hezretê resûlê ekrem selat û selam l wî û alê wî bin pirsîn: Gelu çêdibê bawerdar tirsûnek bê? gût: Belê. Pirsîn: Gelû çêdibê bexîl bê? kerem kir: Belê. Pirsîn gelû çêdibê kezzab û derewker bê? kerem kir: Ne».

Sedûqê tayifê j resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî binriwayet kirye: «derew j ribayê pîstire. Evahe d halekî da ye ku dijwariya derheq ribayê da hatî gûtin mirûv heyrî û şaş dihêlê».

Tiştek dî ku gereke mirûv lê hişyar bê behsa derewa b leyztk û yarî ye ku d exbaran da ser nebaşya wê b dijwarî hatiye xeberdan û ‘ilman fetwa daye ku ew herame. Çewa ku rehmetî yê xweyê Wesailê da d vê babetê da ku rêkketî ye digel fetwa wî dibêjê: Heram bûna derewa d karê biçûk û mezin û cidd‌ û leyztik da. D kafî ya şerîf da jî j Imam Baqir selam lê bin neql bûye ku Imam ‘Elî bin Huseyn selam l wan bin j zarûkên xwe ra gût: «d‌ hemî xeberdanên xwe da xwe j derewên biçûk û mezin paşde bidin, çi cidd‌ bê û çi b yarî û leyztûk. Çikû dema mirûv d karê biçûk da derew kir curet peyda dibê j derew kirina d karê mezin da jî derewan bikê. Ma hûn nizanin pêxemberê xuda selat û selam l wî û alê wî bin kerem kir: «‘ebdê Xudê rastyê didê ber xwe heta Xudê ewî dinvîsê j rastgûyan; û derewkirinê j xwe ra dikê ‘edet heta Xudê ewî dinvîsê j derewker û kezzaban».

D Kafiyê da sened‌ê dighênê cenabê esbexeyê kurê nebate, ew dibêjê hezretê mîrê bawerdaran selam lê bin gût: «bende û ‘evd‌ b tama îmanê nahesê heta b leyztûk û j dil derewa terk bidê».

D wesyeta pêxember da selat û selam l wî û alê wî bin j Ebûzer ra hatiye gûtin: «ey Ebûzer, jarî j wî kesî ra ye, yê b derew xeber didê da xelk bikenin; belengazî û cehnem j wî ra bê».

Digel vê hemî dijwarî ya derheq vê meselê da d exbarên pêxember selat û selam l wî û alê wî bin û binemala wî da hatî, gereke mirûv pir bextreş bê ku evî karî bikê û bikevê nav vî gunehî ra.

Bervajyê derewê ku j xirabyên pir pîs hesab bûye vêca sidq û rastî jî pir baş jê hatiye xeberdan û d exbarên ehlê beytê da pir pesnê wê hatiye dayîn ku l vêderê emê hinek j wan hedîsan bênîn.
Imam Sadiq selam lê bin dibêjê: «xelkê j qencî û başyê ra gazî bikin ne pê zimanê xwe, da d hewe da xebat û ciddîyetê d karê baş da û ‘ibadet û duristyê û teqwatyê bibînin».

Cenabê Sedûq j resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bindigêrê ku kerem kir: «roja Qiyametê ewê j hemiyan nêzîktirê min û şefa’eta min jêra hebê, ewe yê d xeberdanê da rasttir û d emanet da emanetdartir û d exlaq da xweş exlaqtir û d mi’emleta gel xelkê da pitir nêzîkê wan bê».

* * *

Xiraby‌ên xiyanetê û heqîqeta emanet

L vêderê işara bal nukteyekî ve lazime, ew jî eve ku resûlê ekrem selat û selam l wî û alê wî bin d pey şîreta were'ê ra gût: «bila te cesareta xiyanet kirinê nebê», evahe d halekî da ye ku were' hemî heraman l ber xwe digrê û giştîtire j wê, çewa ku hat gûtin. Nixwe l vêderê an gereke me'na xiyanetê j fehma 'urfî ya wê giştîtir bê me'ne kirin, da beberaber bibê digel were'ê; b vê me'nê xiyanet b me'na hemî bê emriyan û hemî wan tişta bê ku pêşîgirin l pêveçûna rêka xuda da, çikû hemî emr û teklîfên ilahî emanetên wî ne. Çewa ku d ayeta şerîfe da hatî: «me emanet raberê ‘erd‌ û ‘esmana kir ..» hinek j mufessiran gûtine mexsed‌ teklîf û destûrên ilahî ne , belkî hemî piç û endam û hêz û quwet, emanetên xuda ne û bikar birna wan ne d cihê razî bûna xuda da xiyanete û yêk j xiyanetan ewe ku mirûv berê dil bidê xêncî xuda: Ev can ku d‌ûst b emanet daye hafiz

rojekî ezê raberê wî bibim û lê bizivirînim

An jî mexsed‌ j xiyanetê hema me'na wê ya mute'arefe û j ber muhimya wê ya pir zêde, d pey were'ê ra behsa wê kirye. Heçweku tu dibêjî heqîqeta were'ê hema ewe mirûv xwe j xiyanetê dûr bikê. û eger mirûv l hedîsan da binêrê behsa zivirandina emanet wê fêhm bikê û tê bighê ku ev mesele l bal şari’ çiqa muhimm û giringe; xêncî j wê vêca d fikra 'aqilan da jî hema ew bixwe karek pir pîse û gereke mirûvê xain j insana neyê hesab kirin belkî d nav rizîltirîn şeytana da bê danîn. û kifşe ku kesê b xiyanet û neduristyê nav xelkê da bê nas kirin, d vê dunyayê da jî wê jiyanek nexweş û nebaş hebê.

Mirûv d vê dunyayê da pê arîkarya hev dikarê jiyanê bibûrênê û jiyana tinêkê j kesî ra çênabê, illa ku j nav kûma beşerî derkevê û xwe bighênê heywanên kûvî. zivirîna jiyana kûmî jî barê wê yê giran l ser i'tmad‌ û hevbaweryê ye û eger ev bawerî j halê rabê, êdî jiyan b rihetî rêve naçê; vêca xîm û binyata i'tmad‌ û hevbaweryê jî l ser emanetdarî û terka xiyanetê hatiye danîn. Nixwe bawerî b mirûvê xayîn nayê kirin û ew j endamya kûma mirûvan derketye û ewî d civata medîna fazile da qebûl nakin ku endam û hevcivatyê wan bê. û kifşe ku evê wiha, wê çiqa b zehmet û dijwarî bijî. L vêderê j temam kirina feyda behsê ra emê çend‌ hedîsekî bînin. Ev qas j dilên hişyar û çavên vekirî ra bese.

Imam Sadiq selam lê bin dibêjê: «berê xwe nedin secde û rukû'ên dirêj yên mirûv , çikû ew bûye ‘edet jêra, egir we nekê wê nerihet bibê; lê binêre rast peyvî û emanetdarî ya wî».

Ebû Kehmes dibêjê: «min gût Imam Sadiq selam lê binibin ebî ye'fûr selam j te ra şandiye, kerem kir: Selam l ser te û wî bê; dema tu çûyî balê selaman lê bike û bêjê: Ce'ferê kurê Muhemmed‌ gût, bila l wê tiştê binêrê ewa ku mîrê bawerdaran l bal resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin ewqas b qîmet kirî, vêca bila ew jî ewê yêkê bikê. Hema ew meqam û merteba ku ‘Elî selam lê bin l bal resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin peyda kirî, j ber rastgûyî û emanetdariya wî bû».

Ey ‘ezîz, d‌ê bifikire d van hedîsan da û binêre rast gûtinê û hay jê mana emanet, çiqas l bal pêxember selat û selam l wî û alê wî binqedr û qîmet û bihadan j ‘Elî yê kurê ebû talib selam lê bin ra çêkirye. Evahe j hedîsê tê fêhmê ku j hemî sifetê kemalî pitir keyfa pêxember selat û selam l wî û alê wî bin j van du sifetan ra dihata ku ev qas qîmet j mîrê bawerdaran ra l bal pêxember selat û selam l wî û alê wî bin çêkir. Her wiha ev du sifet l bal Imam Sadiq jî seratirîn sifet û taybetmendî bûne ku j xalistirîn hevalên xwe ra evê şîret û we’zê dibêjê û jê dixazê ku b wî awayî bê.

Imam Baqir (s) dibêjê: «Ebûzer Xudê jê razî bê dibêjê: Min j resûlê Xudê selewat l wî û alê wî bin bihîst digûta: Roja Qiyametê mirûvatî û emanet l du alyên siratê da ne, vêca dema ewê heqê mirûvanyê b cî anî û yê hay j emanet mayî bên, derbaz dibin û diçin bihiştê; lê dema xiyanetkarê heqê mirûvanyê pêk neanî tê, çi ‘emelek yê wî feyd‌ê nadyê û sirat ewî tavêjê nav agir da». J vê jî hat dest ku şiklê mirûvanî û emanetdaryê d wê ‘alemê da l du alyê pirê rawestane û arî wa dikin ewên heqê mirûvanyê pêk anîn û hay j emanet mayîn. û eger ew bên terk dan çi ‘emelek feyd‌ê nad‌ê û wê ewî bavêjin cehnemê da.

Mîrê bawerdaran selam lê bin kerem kir: «emanet l xweyê wê bizivirînin, herçend‌ ew qatlê zarûkê pêxembera bê jî».

Hezretê Sadiq selam lê bin d wesyetek ya xwe da kerem kir: «bizane eger ewê derba şûr l ‘Elî selam lê bin dayî û ew kuştî, eger min bikê emînê xwe û şîretê j min bixazê û gel min meşweret bikê, ezê jê qebûl bikim, ezê emanetê wî lê bizivirînim».

Hemze yê sumalî dibêjê: «min j Imam zeynul 'abidîn ‘Elî bin Huseyn bin ‘Elî bin ebû talib selam l wan bin bihîst, j peyrewên xwe ra digûta: Hay j emanet hebin, sûnd‌ b wî yê Muhemmed‌ selewat l wî û alê wî bin b pêxemberî şandî, eger qatlê babê min Huseynê kurê ‘Elî selam l wan binew şûrê ku babê min pê kuştî emanet bispêrê min, ezê emanetê wî lê bizivirînim».

Imam Sadiq j babikên xwe j resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin neql dikê ku dema behsa nekirina tişta dikra kerem kir: «xiyanetê nekin. û gût: Kesê d dunyayê da xiyanetê d emanetekî da bikê û emanet l xweyê wê nezivirênê, vêca mirina wî bighê, ew ne l ser dînê min mirye; wê d halekî da raberê Xudê bibê ku kerbê wî jê tên. û halê wî kesê malek yê xiyanetê bikirê jî wek xayîn bixwe ye».

Hedîsên j vê pêkê dîsa hene. û kifşe ku netîca kerb û xezeba xuda j ‘ebd‌ ra wê bibê çi. Ewên şefa’etê dikin jî kifşe ku şefa’eta wî yê Xudê xezeb lê kirî nakin; nexasma xiyanetkar j xwe j dînê resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin derketye. D hedîsek dî da hatiye ku: «ewê xiyanetekî l bawerdarekî bikê ew ne j mine». û d hedîsek dî da hatiye ku: «ew j dînê Islamê derketye û wê ewî bavêjin cehnemê û ebedel ebed‌ wê têda bê». Em j ber vî gunehî hewara xwe j xuda ra dibîn.

Ev jî kifşe ku xiyaneta l bawerdaran, ne hema xiyaneta malî tenê ye û xiyanetên mezintir jî l ber xwe girtiye. Nixwe gereke mirûv d vê ‘alemê da gelek hay j nefsa emmare hebê, çêdibê ku ew hinek kar û ‘emelan ber mirûv ve bavêjê û hêsan nîşan bidê ku dibin sebebê bextreşiya daimî. Ev xiyaneta l ‘evd‌an, j vêderê halê xiyaneta l emanetê heq te’ala jî me'lûm û kifş dibê.

Hinek emanetên heq te’ala

Gereke bê zanîn ku xudayê tebarek û te’ala hemî hêz û endamên eşkere û navdeyî b lutf û merhemeta xwe b emanet spartine me û ew d wî halî da bûye ku hemî pak û paqij bûne, hem b şikl hem jî b me'ne, nixwe eger em jî d wextê mulaqata reb da ewa emanetan pakê j qirêja 'alema tebî’et l wî bizivirênîn, hingê em d paraztina emanet da emîn û emanetdar bûne, eger ne, em xiyanetkarîn; j Islama heqîqî derketine û em j dînê resûlê ekrem selat û selam l wî û alê wî bin derîn. D hedîsa meşhûr da hatiye: «dilê bawerdar ‘erşê xudayê rehmane». û me'rûfe ku d hedîsa qudsî da hatiye: «‘erd‌ û ‘esmanê min nikarin min d xwe da bigirin, lê dilê ‘ebdê min yê bawerdar, min d xwe da digrê». Dilê bawerdar ‘erş û textê padişahîya heq te’ala û sekingeha wî zatê muqeddese û sahib dil hema ewe. Berdana j xêncî heq te’ala xiyanete l heq; hubba xêncî zatê muqeddes û xassanên wî ku hema mehebbeta wî bixwe ye, d meşreba ‘arifan da xiyanete. Wilayeta ehlê beyta pak û d‌ûstî ya binemala risaletê selam lê bin û nasîna meqamê wan yê pak û paqij, emanetê xuda ye, çewa ku d gelek hedîsan da emanet d ayeta pîrûz da b wilayeta mîrê bawerdaran hatiye me'ne kirin. Eger vegirtina wilayet û hukmeta wî hezretî xiyaneta d emanet da ye, pey neketina j wî hezretî jî j mertebên xiyanetê ye. D hedîsên şerîf da hatiye: «peyrewên wî ewin yên b temamî bikevin pey wî, eger ne, hema ev gûtin tenê ku em peyrewên wî ne, j peyketinê ra ne bese».

Gelek j xiyalatan wek viyana derewîne! hema dema em d dilê xwe da b d‌ûstî û hezkirina mîrê bawerdaran û zarûkên wî yên paqij dihesin, em serxwe diçîn û guman dikîn gel terka pey çûna wan ew hezkirin wê bimînê. Çi dilrihetî heye ku eger mirûv hay jê nema û pey wan neçû, ev d‌ûstî û hezkirin bimînê? çêdibê ku tengî ya sekeratê ku j nebawerdaran û ne muxlisan ra tê pêş, mirûv j ber tirs û bizdihanê ‘Elî yê kurê ebû talib selam lê binj bîr bikê. D hedîsê da heye ku kûmek d cehnemê da ‘ezab dibînin û navê resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin j bîr dikin, heta wext û demê ‘ezabê wan xilas bibê û j qirêja gunehan bên şûştin û paqij bibin, hênûka navê mubarekê wî hezretî tê bîra wan û gazî ya: Wa Muhemmedah selat û selam l wî û alê wî bin j alyê wan ve bilind‌ dibê û ber rehmeta ilahî dikevin.

Em guman dikîn qewmîna mirin û sekeratê wek wez' û halê tiştên vê ‘alemê ne. ‘ezîzêm! tu pê nexweşiyek kêm hemî zanînên xwe j bîr dikî, vêca ew dijwarî û tengî û musîbet û bizdihan l kûderê ma? eger mirûv d‌ûstî kir û hejê kirin hebê û peyketin û tebe'îyet hebê, elbet d‌ûstî ya welî yê mutleq û mehbûbê heq wê bibê sebebê nêrîna heq te’ala, lê eger de'we kir, lê bê ‘emel; û muxalefet jê çêbû, çêdibê ku hema d vê dunyayê û guherînên wê da mirûv desta j d‌ûstî ya wî giranqedrî bikêşê û heta ne'ûzu billah bibê dujmin jî. Çewa ku me dîtin hinek kesên de'wa d‌ûstyê dikran, j ber hinek hatin çûnên ne d cî da û ne durist, dujminya xuda û resûl selat û selam l wî û alê wî bin û ehlê beyta wî kirin. û eger fereza b mehebbet ve j vê ‘alemê derket jî, herçend‌ gûra riwayetên şerîfe û ayetên pîrûz d Qiyametê da ehlê xilasyê ne û dûmahîkê dighên bexteweryê, lê mirûv j musîbeta berzex û ehwalê mirinê û Qiyametê xilas nabê, çewa ku d hedîsa şerîf da hatiye: «d‌ Qiyametê da emê j hewe ra şefa’et bikîn, lê d fikra berzexa xwe da bin».

Em j ber ‘ezab û tengî ya qebrê û zehmetê berzexê ku newek çi tiştê vê ‘alemê ye, hewara xwe j xuda ra dibîn. Ew deryê j cehnemê b alyê qebrê ve vedibê, eger l vê ‘alemê vebê, wê xelk û hemî yên wê hemî j nav biçin. Xudê me jê biparêzê.

***

Başya pirr J ber ‘emelê kêm ve

Hinek mirûvên ze'êf ku yeqîn neketye dilê wan işkalê tînin ser van xêrên zehfî ku d beraberê karek kêm da tê dayîn, lê ew bê xeberin j vê yêkê ku ‘emelê d nezera me da d vê ‘alemê da kêm û biçûk, nabê delîl ku şikl û soretê wê yê xeybî yê melekûtî jî biçûk û kême; çewa ku bedena muqeddes û şiklê cismanî yê resûlê ekremê xatem û nebî yê mukerrem selat û selam l wî û alê wî bin yêk j tiştên biçûk yê vê ‘alemê bû, lê ruhê pak û paqijê wî mulk û melekût dagîr kirbû û sebebê çêbûna ‘erd‌ û ‘esmana bû. Nixwe şertê biçûk zanîna tiştekî b heseb batin û şiklê melekûtî, ewe ku mirûv zanîn û agahî hebê b 'alema melekût û batin û navdeyê tiştan. û hukumdana b vî awayê j hed‌d‌ê yên wek me dere; gereke em çav û guhê xwe vekîn j bihîstin û dîtina gûtinên zanayên 'alema axiretê ra; yanî em guh bidin pêxemberan û welîyan (selamên Xudê l wan bin).

Ya dî ev ku xîmê wê ‘alemê l ser kerem û rehmeta bê xilaseka xudayê te’ala hatiye danîn û dûr dîtina kerema Xudê; ew kerîmê ‘elel itlaq û xweyê wê rehmeta berfireh, j nezanîna pir zêde ye. Ev ni’metên pir zêde yên ‘eql nikarin ewan bêjmêrin û d heyr û şaşyê da ne, bêy istihqaq û xwestin dane, vêca çi işkalek heye ku b rehm û kerema xwe û bêy xwestin çend‌ beraber xêrê bidê ‘evd‌ û bendeyên xwe. Ew 'alema ku l ser esasê irada insanî hatiye danîn û derheq wê da hatiye gûtin: «d‌ wê da heye tişta dil bixazê û çav xweşiyê jê bibînê». Digel vê yêkê ku viyana mirûv bê hed‌d‌ û sînûre û qas û qeyde jêra nîne, gelu derheq wê da mirûv dikarê evê istib’ad‌ê bênê hizra xwe û bêjê: Ev tiştek dûre? xudayê tebarek û te’ala ew 'alem b awayekî çêkirye û irade û xwesta mirûv wereng qirar daye ku dema bixazê tiştek hebê hema çêdibê.

‘ezîz! riwayet û exbarên vê derheqê da heyîn, ne yêk û du û dehin ku mirûv bikarê l qebûl nekirina wê da bifikrê, belkî ser tewaturê ra ye. Hemî kitêbên cihê bawerî û xwe pê girtinê tejî ne j van hedîsan, wisa ye heçkû me b guhê xwe ew j wan pak û paqijan bihîstbê, ne b awayekî ye ku deryê tewîlê l ber vekirî bê. Nixwe inkara vê gûtinê ku hedîs l ser hene û dijatî jî digel burhanê nîne û b awayekî burhan û delîl jî jêra heye, j ber lawazya îmanê û nezanyê ye. Mirûv gereke l ber gutina enbîya û ewlîya selam l wan bin teslîm bê. Qet tiştek j kamil bûna mirûv ra baştir j teslîm bûna d beraberê heq da nîne; nexasma d wan tişta da rêka ‘eql j fêhm kirina wan ra girtî ye. Eger mirûv bixazê ‘eqlê xwe yê biçûk û gumanên xwe d karên xeybî û uxrewî û te’ebbudî yên şer'î da bikar bibê, wê bighê wêderê ku musellemat û zerûratan jî inkar bikê û wê j kêmê berew zêdahyê û j binî b alyê jûrî ve biçê. fereza ku tu bikarî işkalê bînî ser sened‌ û zincîre bêjerên exbaran jî, herçend‌ dîsa mecal j inkarê ra nîne, kitêba pîrûza ilahî; Qur’ana kerîm eve hazire û işkal nayê ser, d wê da jî behsa xêrên wek wan hatiye kirin, wek: «şeva qedrê ku baştire j hezar şevan». «mesela [sedeqa] kesên malê xwe d rêka xudê da didin wek mesela libekî (ya tûv) ye ku heft ûşîyan bidê, d her ûşîyekî da sed lib hebin; û xudê bû wî kesê bixazê zêde dikê, û xudê dest firehkerê pir zana ye».

Gumana nivîser eve ku stûnek ya vê istib’ad‌ û inkar û dûr zanînê ser 'ucb û mezin zanîna ‘emelan hatbê danîn. Mesela: Eger rojekî rûjî bigrê an şevekî rabê ‘ibadet û teheccudan, piştî hingê guhlê bibê ku xêrên pir mezin jêra hatine dan, dûr nabînê, halhale eger qirar bê kirha ‘emel bê dayîn, ev istib’ad‌ û dûr zanîn heye, lêbelê çikû ew ‘emelê xwe zehf û pir dihesibênê, xêra wan jî tesdîq dikê.

Ey ‘ezîz! fereza eger em d hemî ‘emrê xwe da ku pêncî şêst sale ‘ibadet bikîn û wezîfên xwe yên şer'î b cî bênîn û digel îmana durist û karê qenc û tewba heqîqî j vê dunyayê biçîn, gelu kirha d beraberê vê îmanê û vî ‘emelî da çiqase? halhale gûra gûtina kitêb û sunnetê û tifaqa hemî dîn û ûlan Xudê rehma xwe ser mirûvê wiha da dirêjê û ewî dibê bihişta ku sûza wê hatî dan û wê daim d nav xweşî û rihetîyê da bê. Gelû evahe tê inkar kirin? halhale eger mesele mesela kire û dana l beraberê ‘emel da bûya - fereza eger ‘emelê me kire û xêrek jêra hebê - dîsa wê ne evqas bûya ku heta ‘eql nikarê melheze bikê. Nixwe kifş bû ku mesele b awayek dî ye û b şiklek dî dizivirê. Gûra wê êdî çi istib’ad‌ û dûrî namînê û ne cihê inkar û qebûl nekirinê ye.

***

Başya sedeqê

Sunneta sisê ya hezretê resûl selat û selam l wî û alê wî bin sedeqe dane; d nav sunnetan da kêmtir hene ku d dereca wê da bin. Hedîs vê derheqê da gelekin ku d vê kurtê da cî nabin; lê emê hinek j van hedîsan l vêderê bînin.

Ibin Sinan j Imam Sadiq selam lê bin digêrê: «tiştek wek sedeqe danê jibûna bawerdar l ser şeytan giran nayê; pêşya ku ew bighê destê ‘ebd‌, dighê destê Xudê».

Dîsa dibêjê: «Xudê te’ala j her tiştekî ra xeznedarek danye, xêncî j sedeqê, ku xweykerê wê xuda bixwe ye. û dema babê min sedeqe bida xazûk, ew datanî d destê wî da û paşê jê digirta û maçî dikra û bêhn dikra û dîsa lê diziviranda».

Nêzîkê vê me'nê çend‌ hedîsên dî jî hene ku delalet dikin ser hêjan û giringî ya sedeqê, ku Xudê te’ala ragirtin û xwey kirina wê nehêlaye hêvya kesî ve û ew bixwe b destê qudreta xwe soret û şiklê wê yê xeybîye ya kamile ya wê xwey dikê.

Fkirîna d van hedîsa da jibûna ehlê dil û me’rîfetê keşfa tewhîda fi’lî û tecellî ya qeyyûmî ya xuda dikê û nukteyek muhim ya wê eve ku: Eger ewê sedeqê didê, Xudê nekirî d dilê xwe da minnetê l yê feqîr bikê, vê minnetê ewwil l Xudê dikê, paşê l xazûk, vêca bervajyê wê jî heye, yanî eger nefs sivikyê û dilnizmiyê bikê vêca sedeqê bidê, ewî cara ewwil j xuda re tewazu’ kirye û xwe şkandiye, çewa ku Imam Baqir selam lê binpiştî ku sedeqe biketa destê muhtac da, ew radikra û bêhn dikra û maç dikra û bêhna mehbûb jê hltanya. û Xudê zanê ku j wî zatê pak û evîndarê mehbûb ra çiqas bêhnfirehî çêd‌bûya û çiqa kela dilê wî datanya.

Gelek muxabin ku evî nivîserê nûqî buyî d nav bayê dil ra û xwe d ‘erdê tebî’etê da berdayî û esîrê zik û binzk û serxweşiyê xwe û xweperêsyê hat vê ‘alemê û j nêzîkve wê biçê û j muhebbeta welîyan qet id‌rak nekir û tiştek j cezbe û cezewat û menazil û muxazilatên wan fêhm nekir û sekna wî d vê ‘alemê da sekna heywanî û bizava wî bizava heywanî û şeytanî bû, eger we bê mirina wî jî mirina heywanî û şeytanî ye. Ey xuda, em şikayeta xwe tînin bal te û palgeha me tu yî. Ey xuda tu bixwe me balyê ronahiya xwe ve bibe û me j vê xewa giran hişyar bike û b alyê xwe ve gazî bike.

Imam Sadiq selam lê bin dibêjê, hezretê resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin gûtye: «‘erdê Qiyametê pêkve agire, xêncî sha bawerdar, çikû sedeqa wî jêra sîberê çêdikê».

Her wiha d riwayetê da hatiye ku: «wek çewa hûn gûlka devê perwerde dikîn, wereng xuda jî sedeqê perwerde dikê, eger hûn nîvê xurmê sedeqe bidin, wê Xudê ewê wisa perwerde bikê ku roja Qiyametê ewê d şiklê çiyayê uhud‌ê an hêj mezintir teslîmê hewe bikê». Hedîsên j pêkê pirin. D gelek hedîsa da hatiye ku sedeqe pêşyê l mirinên pîs digrê. û rizq jûrde tênê û deynan eda dikê û temenan dirêj dikê û heftih awayên mirina nebaş paşde didê û xudayê te’ala j ber wê ve sed‌ beraber didê û dibê sebebê zêde bûna mal û kesê spêd‌ê sedeqê bidê, j belayên wê rojê tê paraztin û eger d ewlê şevê da bidê j belayên ‘esmanî yên wê şevê paraztî dimînê û nexweşî pê sedeqê tên derman kirin û kesê hay j malek ya musulmana bimînê û ewa têr bikê û cilkabidê wan û avrû ya wan biparêzê, j heftih heccan baştire, halhale heccek tenê j aza kirina heftih benî ya baştire evahe d halekî da ye derheq aza kirina bende û benî da wiha hatiye: «kesê benyekî aza bikê, Xudê j ber her endamek yê wî ve qet û endamek yê azaker j agirê cehnemê diparêzê» û hezretê mîrê bawerdaran pê keda destê xwe hezar benî aza kirin û ...

Nukteyek dîtir

Emê vî meqamî pê gûtina nukteyekî dûmahî bînin, ew jî eve ku d ayetê da hatiye: «qet hûn nagîjin qenckaryê heta hûn wê ya jê hez dikin» (alê ‘imran/٩٢). D hedîsê da hatiye ku: «gûtin Imam Sadiq selam lê bin ku çire tu şekir dikî sedeqe? kerem kir: Çikû ez j her tiştî pitir hej şekir dikim û ez dixazim xweşdivêtirîna xwe bidim sedeqe».

Mîrê bawerdaran libasek j xwe ra kirî vêca ew sedeqe da û gût: Min j resûlê Xudê selewat l wî û alê wî bin bihîst ku kerem kir: Kesê yên dî ser xwe ra bigrê, roja Qiyametê wê Xudê bihiştê jêra bibijêrê; û kesê hej tiştekî bikê vêca ewê j xuda ra deynê, roja Qiyametê Xudê dibêjê: ‘evdan gûra ‘edeta baş kirha hev didan û îrû ezê bihiştê j ber wî karê te ve bidim te.

Riwayet bûye dema yêk j sehabiyan ev ayet bihîst baxçeyek yê xwe ku pir jê hez dikra, nav mirûvên xwe da qismet kir, hingî pêxember selat û selam l wî û alê wî bin gûtê: «xwezka te, xwezka te, ev karek pirsûde j te ra».

J hezretê Ebûzer ra mêhvanek hat, j ber ku ewî kar hebû, gût mêhvan: «here baştirîn deva min bîne da em ser jê bikin, ew jî çû û deveyek lawaz û ze'êf anî. Ebûzer gûtê te xiyanet l min kir, ewî gût baştirîn deve filan deve bû, lê min ew hişt j roja ihtiyac û niyaza te ra. Ebûzer gût: Roja niyaza min ew roje ku min bikin d qebrê da, halhale Xudê kerem kirye: Qet hûn nagîjin qenckaryê heta hûn wê ya jê hez dikin bidin. û gût: Sê şirîkên mal hene: Yêk qedere, j nav birinê ra ew guh nadyê ku ev başe an xirab. Ya dî mîratberin, ku hêvyê ne tu bimrî, tu jî yê sisê yî, vêca eger te karî tu paş wan nekevî, paş nekeve. Xudê dibêjê: Len tenalul birre hetta tunfiqû min ma tuhibbûn. Ev deve l bal min mehbûb bû d nav heyî ya min da, vêca min dixwesta ez j xwe ra pêşda rêkim».

J remz û razên sedeqê

Gereke bê zanîn mirûv digel hezkirina j mal û menal û xeml û zîneta dunyayê, mezin û perwerde bûye û evê hezkirinê cihê xwe d kûratya canê mirûv da vekirye û jêdera pitirê xirabyên exlaqî û ‘emelî û dînî ye, çewa ku d gelek hedîsan da hatiye û me d şirûva hinek hedîsan da behs jê kir. Vêca eger mirûv pê dana sedeqê û fdakaryê bikarê evê hezkirinê j xwe bavêjê, hingê ewî reh û rîşê fesad‌ û xirabyê birrye‌ û ketye ser rêka destve anîna me’arifan û berê xwe daye 'alema xeyb û melekûtê û deryê melekeyên qenc û exlaqê kamil j xwe ra vekirye. Evahe yêk j nuktên berketî yên dankirinên ferz û sunnetên malî ne; ev nukte d dan û inifaqên sunnet da ronahîtire.

Nixwe j kûma hedîsên derheq vî babetî da, ev tişt eşkere bû ku sedeqê hemî başyên dunyewî û uxrewî d xwe da kûm kirine. D destpêkê da ku mirûv ewê didê, gel mirûve heta dûmahîka Qiyametê ku mirûv bibê bihiştê.

***

Nimêja şevê; teheccud

‌D vê hedîsê da pir l ser teheccudan û nimêja nîvrû şidandiye. Derheq teheccudan da me d şirûva hinek hedîsên bûrîn da piçekî axift, l vêderê emê j teberruk ra hinek hedîsan bînin:
Hezretê Sadiq selam lê bin dibêjê: «hêjana bawerdar pê teheccuda ye û serbilindiya wî b wê ye ku şerefa xelkê neşkênê».

Imam Sadiq selam lê bin dibêjê: «hezretê resûl selat û selam l wî û alê wî bin gût Cibraîl: We’z û şîretê l min bike. Cibraîl gût: Ey Muhemmed‌! tu çewa bijî, bijî, paşî ra tu yê mirinê yî. Tu çi dixazî bixaze, tu wê paşî ra jê biqetî. Tu çi ‘emelî bikî, bike, paşî ra tu wê raberê wê bibî. Evê jî bizane ku hêjana mirûvê bawerdar rawestana wî ya d şevê da ye û serbilindî ya wî xwe paşde dana j şikandina şerefa xelkê ye».

Dîsa dibêjê: «mal û ewlad‌ xemla jiyana dunyayê ne; û heşt rek’et d axirîka şevê da digel utirê, xemla axiretê ye, carna Xudê te’ala herd‌uka j hinekara berhev dikê».

J şêxê mufîd‌ (Xudê jê razî bê) neql bûye ku resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin kerem kir: «dema ‘ebd‌ j teheccuda ra radibê, da xudayê xwe razî bikê, gava dipûnijê, Xudê b wî fexrê l ser melaîketan dikê û dibêjê: Hûn şahid‌ bin ku ez lê bûrîm û min ew ‘efû kir». Hedîsên j vê pêkê pirin û vêderê derfet j anîna wan ra nîne.

***

Derheq xwendina Qur’anê da ye

Yêk j wesyetên resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî binxwendina Qur’anê ye. Derheq başya xwendin û paraztin û jber kirin û hilgirtin û xwe pê girtin û hîn kirin û fikir kirina d me'ne û remz û razên Qur’anê da ewqas gûtin hene ku d fêhma me ya kurt da cî nagirin û hedîsên vê derheqê da hatîn gûtin d vê kitêbê da cî nabin; emê hineka bînin:

Hezretê Sadiq selam lê bin dibêjê: «Qur’an ‘ehd‌ û sûznama xuda ye j xelkê ra. Heqe mirûvê musulman binêrê vê sûznamê û rojê pêncî ayetan jê bixwînê».

Zuherî dibêjê min j ‘Elî bin Huseyn selam l wan binbihîst digûta: «ayetên Qur’anê xezne ne, vêca çiqa xezneyek vebû, heqe ku lê bê nêrîn».

Eşkere yê van du hedîsan ewe ku fikirîna d Qur’anê da û melheze kirina me'na wê başe. fikirîna d ayetên muhkemên ilahî da û fêhm kirina zanîn û hikmetên wê, ne tefsîra b reiyê ye, ku nehî jê hatiye kirin; yanî me'ne kirina b awayê ku mirûvên l pey bayê dil bêy nêrîna gûtina ehlê beyta wehyê me'ne dikin. Evahe jî d ciyê xwe da sabit buye, lê ev der ne cihê berfireh xeberdana j wê ye. Hema j wê ra ev ayeta Qur’anê bese ku kerem dikê: «vêca çire d Qur’anê da nafikirin û tedebbur nakin; An qufl ser dilên wa ne» (Muhemmed‌/ 24).

D hedîsa da jî gelek hatiye gûtin ku berê xwe bidnê û d me'na wê da bifikirin. J mîrê bawerdaran jî riwayet bûye ku kerem kir: «bê fikir û bê melheze xwendina Qur’anê, bê feyde û bê xêre‌».

Hezretê Baqir selam lê bin dibêjê resûlê xuda selat û selam l wî û alê wî bin kerem kir: «kesê d şevekî da deh ayetan bixûnê j xafilan nayê nivîsîn; kesê pêncî ayetan bixwînê j zakira tê nivîsîn; yê sed‌ ayetan bixwînê j qantan tê nivîsîn; yê d‌used‌ ayetan bixwînê tê nivîsîn j xaş'an; yê sêsed‌ ayetan bixwînê tê nivîsîn j faiz û xilasbûyan; kesê pêncsed‌ ayetan bixwînê j muctehidan tê nivîsîn; yê hezar ayeta bixwînê xêrên pir jêra tên nivîsîn..»

D gelek hedîsan da hatiye ku Qur’an şikl û soretek spehî peyda dikê û şefa’etê dikê j wan kesên ew xwendîn ra. D hedîsê da hatiye: «kesê d cewanya xwe da Qur’anê bixûnê wê Qur’an bikevê nav gûşt û xwîna wî ra û Xudê ewî didê ‌gel qenckaran; roja Qiyametê jî Qur’an lhana wî tê û d huzûra rebb da dibêjê: Ey xuda, heçî yê karek kirî, kirha xwe girt; xêncî j wî yê b min ‘emel kirî, vêca tu baştirîn danê digel wî bike. Vêca Xudê te’ala d‌û cilkên bihiştî dikê d ber da û taca kerameta xwe didê serî. Vêca deng tê: Gelû tu razî buyî? Qur’an dibêjê: Ez berhêviyê pitirê bûm. Vêca emn û emanê datînin d destê wî yê rastê da û xuld‌ê didin destê wî yê çepê, d wî halî da diçê bihiştê, jêra tê gûtin: Bixwîne û dereceyekî were jûrê. Vêca j Qur’anê ra tê gûtin: Gelû me ew gihand‌ derecên bilind‌ û tu razî buyî? dibêjê: Belê».

Hezretê Sadiq selam lê bin dibêjê: «kesê pir Qur’anê bixwînê û pê jberkirin û paraztina wê sûza xwe nû bikê, Xudê du xêran didyê». J vê hedîsê tê fêhmê j xwendina Qur’anê ya baş ewe eserê d dil da deynê û şiklê navdeyê mirûv bibê şiklê kelamê Xudê û j merteba melekê bighê merteba teheqquqê. işara bal wê ve ewe ku dibêjê: «dema cewanê bawerdar Qur’anê bixwînê Qur’an dikevê nav gûşt û xwîna wî ra». Evahe kinaye ye j wê yêkê ku Qur’an d dilê wî da cî digrê ku batin û navdeyê mirûv gûra qabilîyeta wî dibê kelamê xuda yê mecîd‌ û hemîd‌. hilgirê Qur’anê jî ewe ku batin û navdeyê wî pêkve heqîqeta kelamê ilahî bê, wek ‘Elî bin ebî talib (s) û zarûkên wî yên pak ku ayetên ilahî ketye d kûratya canê wan da û ew ayetên mezinên xuda û Qur’ana tam û temamin. Belkî hemî ‘ibadet jî b vî awayî ne û yêk j remz û razên ‘ibadet û tikirara wê hema gihana vê mexsed‌ê ye û eve ku navdeyê mirûv û dil bibê şikl û soretê ‘ibadet. û d hedîsê da ye ku: «‘elî (s) nimêja bawerdaran û rojya wa ye».

‘ibadet eserê l cewan dikê

Ev esera qelbî û şikl girtina navdeyî d demê xûrtî û cewanyê da pitir cî digrê, çikû dilê cewan nazk û zelale û sefa wî pitir û xwestên wî kêmtir û alûzî ya wî jî hindike, pir dikevê bin teisîrê da û gelek qebûl dikê; her exlaqek baş an xirab zûtir dikevê dilê cewan û gelektir eser dikê. Gelek caran çêdibê bê delîl, hema jber têkelî û mi’emletekî heq an batil, kirêtî an spehîtî bikevê dilê cewan û ewê qebûl bikê. Nixwe lazime cewan gelek hay j rabûn rûniştin û têkelya xwe hebê û xwe j têkelya xirab paşda bidê; herçend‌ dilê wan tejî bê j îman û baweryê. Xêncî j cewanan jî têkelya xirabikaran û ehlê exlaq û ‘emelê xirab j herkesî ra zerer têda heye û kes gereke j xwe ne piştirast bê û b îman û exlaq û ‘emelê xwe serxwe neçê, çewa ku d hedîsan da têkelya ehlê gunehan nehî jê hatiye kirin.

Edebên xwendina Qur’anê

welhasil ya durist j xwendina Qur’ana pîrûz ewe ser dil bê nexş kirin û emr û nehyên wê eser bikin û gazyên wê d dil da cî bigirin. Lê evahe çênabê heta edebên xwendinê b cî bên. Mexsed‌ j edeban ne ewe ku hinek qurraءhemî hemm û xema wan bûye ew ku kelîma û herfan d mexirecê wan da bikar tînin, b awayek wereng ku êdî mirûv j fikirkirinê xafil û bê xeber dibê, we dikin ku tecwîda wan xirab dibê û gelek caran kelîme j şiklê xwe yê eslî derdikevin û tên guherîn û şiklek ‘ecêb û xerîb b xwe digrin; evahe yêk j xapandinên şeytane ku mirûv b kelîmên Qur’anê ve mijûl bikê û j me'ne û remz û raz û heqîqeta emr û nehyên wê û j gazî û de'weta wê û j me’arif û exlaqê wê dûr bêxê û bê xeber bihêlê. Belkî mexsed‌ ew edebin ku d şerî’eta paqij da hatine melheze kirin, ku giringtirînê wan tê fikirîn û hizrkirin û ‘emel kirina b ayeta ye, çewa ku hat gûtin.

Hezretê Sadiq selam lê bin dibêjê: «ev Qur’an rênasê hidayetê û çra ya şeva tarî ye. Vêca bila yê gerûke, çavê xwe lê bigerênê û j behre birna j ronahî ya wê bila nêrîna xwe tîj bikê; çikû birastî fikirîna d wê da jiyana dilê mirûvê bîna ye, çewa ku yê ronahî jêra heyî d tarîtyan da pê wê ronahiyê rêve diçê. Yanî d tarîtî ya nezanînê û zulmata rê windabûnê da gereke j ronahiya Qur’anê istifade bê kirin.

Mîrê bawerdaran selam lê bin dibêjê: «vêca dema bighên ayetekî ku bişaret û mizgînî têda ye, lê disekinin û lê tima dibin û dilê wan b şewq difirijyê û xweşî yan tînin ber çavê xwe. û dema bighên ayetekî ku tirsandin têda heye, guhê dil balyê wê ve didin û wereng hesab dikin ku qêr û dengê fûrîna cehnemê d guhê wan da ye».

Ev kifşe ku eger kesek d Qur’anê da bifikrê, wê eserê d dilê wî da deynê û kêm kêm bighê meqam û merteba ehlê teqwa yê. û eger tewfîqa ilahî ewî l ber xwe bigrê wê j wî meqamî jî derbaz bibê û her endamek ya wî bibê ayetek ya ilahî. û belkî cezewat û cezebatên gûtinên ilahî ewî j hal bibê û hema d vê ‘alemê da bighê heqîqeta «bixwîne û bilind‌ bibe» heta ku bê navber, kelam j bêjerê wê guhlê bibê, vêca ew biqewmê ya ku nayê xiyala min û te jî.

Ixlasa d xwendinê da

Edebek dî ya xwendina Qur’anê ku ruknek yê eser kirina l dil da ye û bêy wê qet çi qîmet j ‘emelan ra nîne, ixlase ku sermaya meqamat û ticareta axiretî ye. D vê behsê da jî gelek hedîs hene ku yêk j wan ewe Kuleynî yê rehmetî gêrayî:

Imam Baqir selam lê bin dibêjê: «qarî yên Qur’anê sê deste ne: Yêk ewe yê Qur’an j xwe ra kirî wesîla jiyanê û pê wê j sultan pera digrin û xwe pêş xelkê têxin. Yêk jî ewe ku Qur’an jber kirye lê hed‌ û sînûrê wê j nav birî û paş guhê xwe ve avêtî. Evên b vî awayî Qur’an hilgirtîn, hêvî ewe Xudê wan zêde nekê. Yê dî jî ewe ku Qur’anê di‌xwînê û pê dermanê Qur’anê birîna dilê xwe derman dikê; şevê digel wê hişyar dimînê û rojve j ber rûjî girtinê têhnî dimînê, d cihê nimêja xwe da jî gel wê ye, dema j nav cihka derkevê hema her gel wê ye; iha hema j ber wa ye xudayê ‘ezîzê cebbar belan paşda didê; û hema jber wa ye ku Xudê baranê j ‘esmana rêdikê ...»

Imam Sadiq selam lê bin : «kesê Qur’anê bixwînê da istifadê j xelkê bikê, roja Qiyametê, tê ku guşt b hestî yê rûyê wî ve nîne».

Resûlê Xudê selat û selam l wî û alê wî bin dibêjê: «kesê Qur’anê b’elmê, vêca pê ‘emel nekê û hezkirina dunyayê û xemla wê serî jê bistênê, ew musteheqê xezeba xuda dibê û d dereca cihû û flehan da ye ku kitêba Xudê paş guhê xwe ve avêtine».

kesê Qur’anê bixûnê da xwe baş bidê nîşan d‌an û dunyayê dest xwe ve bênê, roja Qiyametê d halekî da tê ku gûşt b hestî yê rûyê wî ve nîne û Qur’an wê l pişta wî bidê heta ewî bavêjê d cehnemê da û wê bimînê gel wa yên ketîn têda.

Kesê Qur’anê bixûnê û pê ‘emel nekê, roja Qiyametê Xudê ewê kûr heşr dikê. «vêca dibêjê: Ya rebb! ez bîna bûm, vêca Nixwe çire te ez kûr anîm ber heşrê? dibêjyê: Werenge, ayet û nîşanên me j te ra hatin, vêca te j bîr kirin, hema b wî awayî îrû tu jî j bîr diçî». Vêca destûr tê ewî d‌avêjin nav agir.

«kesê j xuda ra û jibûna zana bûna d dîn da Qur’anê bixûnê, qas xêra j melaîket û nebî û pêxemberan ra heyî j wî ra heye».

«kesê Qur’anê hîn bikê j riyayê ra, da ku gel cahila bikevê xirecirê û fexra xwe l ‘aliman bikê û dunyayê dest xwe ve bênê, roja Qiyametê wê Xudê hestî yên wî hûr hûr bikê û ‘ezabê kesî j yê wî ne dijwartire û j ber ku pir kerbê Xudê jê tên û xezebê lê dikê, b hemî awayên ‘ezaba ewî ‘ezab didê».

«kesê Qur’anê b’elmê û d ‘ilmê da dilnizm bê û bendeyên Xudê hynî zanîna xudayî dikê û xêrê j xuda dixazê, d bihiştê da çi xêr j ya wî mezintir û çi qedr û qîmet j yê wî bilintir nînin. û çi dereceyek bilind‌ û xweş û baş d bihiştê da hebê muheqqeq ewî baştirîn behr d wê da heye».

me'na tertîlê

Yêk j edebên xwendina Qur’anê ku eserê d dil da datênê û heqe ku xwendayê Qur’anê hay jê bimînê, mesela tertîlê ye, gûra d hedîsê da hatî, tertîl, hay jê mana qeyd‌ê ye d lez xwendinê da, b awayek wereng ku kelîme j hev biqetin û cida bibin.

’Ebdullahê kurê suleyman dibêjê: «min j Imam Sadiq selam lê binderheq vê ayetê da pirsî: «u rtl alqran tirtîla». Wî gût: Mîrê bawerdaran selam lê bingûtye: Yanî ewê b başî eşkere bike û çewa ku d şi’rê da lezketin heye d wê da lez nekeve, kelîmên wê jî wereng j hev neqetîne wek çewa xîz j hev cuda dibê û piçên wê hev nagirin; lê wereng bixwînin ku eserê l dil bikê û dilên qahîm bitirsênê, bila xema hewe ne ew bê ku hûn bighên xilaseka sûret. Yanî ne l wê fikrê da bin ku hûn zûka Qur’anê xetim bikîn an b lez sûretekî xilas bikîn û pêve biçîn heta dûmahîkê.

Nixwe mirûv ku dixazê kelamê Xudê bixwînê û pê ayetên xuda dilê xwe yê req derman bikê û şfa ya nexweşiyên dilî bigrê û pê nûra wê bighê mertebên axiretî, gereke wesîle û esbabên zahirî û batinî yê wê destve bênê û edebên eşkere û me'newî yên wê b cî bênê. Ne wek me ku eger car û baran jî em Qur’anê bixûnin, xêncî ku em j me'ne û mexsed‌ û destûr û we’z û şîretên wê bê xeberîn; tu dibêjî qey ayetên derheq ‘ezabê cehnemê û xweşiyên bihişta xweş da, ne j me ra ne û ne'ûzu billah dema em kitêba çêrûka di‌xwînîn dilê me hazirtire j hingê ku em kitêba xuda dixwînin, xêncî j van vêca em hay j edebên xwendina rûyê Qur’anê jî namynîn.

Hedîs dibêjin: «b xem û huzn û b dengek xweş Qur’anê bixwînin». ‘Elî bin Huseyn selam lê bin wisa baş û xweş Qur’an telawet dikra û dixwenda ku kesên wêderê ra derbaz dibûna disekinîna û guh didanê û hinek j hal diçûna. Lê em, dema bixazîn dengê xwe yê xweş nîşa xelkê bidîn, em Qur’anê an bangê dikîn wesîle û mexseda me ne telaweta Qur’anê û ne ‘emelkirina b vê sunnetê ye. Welhasil hîlepîlên şeytan û nefsa emmare pirin û pir caran heq û batil têxin navhev ra û spehî û kirêtê tevhev dikin, gereke mirûv han û hawara xwe j xuda ra bibê.

***

Binyatên exlaqê qenc û xirab

Herçend‌ me d vê kitêbê da b munasibeta ku pêş dihata, derheq exlaq da b dirêjî xeber da û me gût ka çewa mirûv bibê xweyê exlaqên hêjayî û xwe j exlaqên pîs ved‌ê, lêbelê l vêderê jî emê hinekî jê baxivîn:

Xulx, ew haletê nefsê ye ku bêy fikir û melheze mirûv hay didê j kirina kar û ‘emel ra. Mesela: Eger kesekî exlaqê sexawetê hebê, ew exlaq ewî balyê cûd‌ û danê ve dikişênê, bêy wî qasî ku ber û pişta meselê melheze bikê, heçkû jêra wek dîtin û bihîstinê bê ku karek tebî'î û siruştî yê wî ye. Her wereng nefsa paqij û ‘efîf, ku evî sifetê têda cî girtiye, wereng xwe diparêzê ku mirûv guman dikê xwe paraztin yêk j karên wî yên tebî'î û nûrmale. Lê heta nefs pê riyazet û tefekkur û l pey hev kirinê neghê vê mertebê, ew tişt jêra nebûye exlaq û tirsa j wê heye ku eger ew xulq j kemalata ye j nav biçê û ‘edet û xulqên xirab bikevê şûna wê da. Lê eger wek fi’l û kiryarên tebî'î û nûrmal lê hat û d dil da rûnişt, j nav çûna wê zehmete û pir kêm ev tişt diqewmê.

Zanayên exlaq dibêjin: Ev halet û xulqê nefsê d mirûv da carna tebî'î û siruştî ye û b fitret û mizaca mirûv ve girêdayî ye, çi j alyê başî û bexteweryê ve, çi jî j alyê xirabî û bextreşiyê ve. Çewa ku tê dîtin hinek j zemanê zarûkyê ve berew başya diçin û hinek berew xirabî, hinek j ber tiştek kêm dikevin xezebê û b tiştek kêm dikevin tirsê û dibizdihên û hinek bervajyê wa ne. û carna ev xulqê nefsî j ‘edet û têkelya xelkê û tedebburê çêdibê, carna jî j ewwil ve b tefekkur û melhezê çêdibê heta dibê meleke û d dil da rûdinê. Vê derheqê da ixtilaf kirine ku mijûlya b wê ve feyde j me ra têda nîne, nixwe em biçîn ser mexsed‌ê û j wê baxivîn ya feyde j me ra têda heye.

Ya lazimê zanînê eve ku mexsed‌ j tebî'î û fitrî bûna xulq û exlaq, ne ewe ku qet nayê guherîn, belkî hemî meleke û exlaqên nefsanî, heta ku nefs d vê ‘alemê da û d bin teserrufa zeman û nû bûnê da ye û heyûlî û hêz jêra heye, qabilîyeta guherînê jêra heye û mirûv dikarê hemî exlaqên xwe biguherênê û bervajyê wan d şûna wan da deynê. Çewa ku xêncî j burhanê gazya pêxemberan û şerî’etên heq j exlaqên baş ra jî delîlin j vê gûtinê ra.

Em vê jî bizanîn ku ‘alimên exlaq hêjanên nefsî bin çar serekî ya da danîne, yanî: Hikmet û ‘iffet û şuca’et û ‘edalet. Gûtine: Hikmet, hêjayî ya nefsa natqe ya mumeyîze ye; şuca’et, hêjayî ya nefsa xezebîye ye; ‘iffet hêjayî ya nefsa şehewîye ye; ‘edalet jî duristahî û te'dîla sê hêjayî yên jûrî hesab kirine. Hemî hêjan û fezîletên dî l van her çaran zivirandine û b wan ve girêdane. Xeberdana berfireh vê derheqê da j hed‌d‌ê vê kitêbê dere û j yên wek me ra jî gelek feyde têda nîne. Ya muhim ewe ku gûra hedîsa pêxember selat û selam l wî û alê wî bin : «ez j kamil kirina exlaqa ra hatme hinartin» we xuya dikê ku hedefa paşîn j rêkirna xatemê resûlan selat û selam l wî û alê wî bin ewe ku exlaqan temam bikê. û d hedîsên şerîf da paş me’arifan j her tiştî pitir j exlaq xeber dane û ew muhim zanîne. B hezkirina Xudê emê jî jê xeber bidîn. Muhimya wê zêdetire j wê çend‌ê ku em j heqê wê bên der; lê hema ev qas kifş û me'lûme ku exlaqên hêjayî û qenc sermaya jiyana ebedî ya axiretî ye; û ew bihişta ku j ber exlaqên hêjayî ve dest mirûv dikevê ku bihişta sifeta ye, qet nayê qiyas kirin gel bihişta cismanî ya ‘emelan, ku d wê da mezintirîn û baştirîn xweşî yên cismanî hene. Çewa ku tarîtî û bizdihanên j ber ‘emelên xirab û pîs ser mirûv da tên, j hemî ‘ezabên dijwar nexweştirin.

Heta mirûv d vê cihanê da ye, dikarê xwe j van tarîtî ya xilas bikê û xwe bighênê wan ronahiyan. Belê, çêdibê û mumkine, lê ne pê vî halê sar û sist û temirî û tefayî û bê hal, ku ne hema em exlaqên pîs û xirabên me j demê zarûkyê ve heyî j xwe naşûn, belkî roj b rojê em ser wan ve zêde dikîn. Heçwekû em guman nakîn cihan û 'alemek dî jî heye û wê d pey vê cihanê ra bê; heçwekû gazya pêxemberan qet ne j me ra ye. Ne kifşe ku pê vî exlaqî û pê van ‘emelan emê bighên kûderê û ser çi şiklî mehşûr bibîn, demekî emê hişyar bibîn ku êdî tiştek j dest me nayê û emê bikevin hesret û kul û xeman, hingê j xwe pêve em nikarîn lûman l kesî bikîn. Pêxemberan rêka bexteweryê nîşan dane û ‘alim û hekîman gûtinên wan j me ra berfireh gûtine û ronahî kirine û gûtine ka çewa nexweşiyên dil û navdeyî derman dibin, b hemî awaya j vê yêkê ra xebitîn, lê d guhê me da neçû xarê û me çav û guh û dilê xwe girt, nixwe hema lûme l me bixwe dizivirê çewa ku pêxember selat û selam l wî û alê wî bin d vê hedîsê da gûtî.

Ey ‘ezîz! eger tu ehlê xwendina kitêbên hedîsê yî, binêre hedîsan, nexasma kitêba şerîfa kafî bixûne; eger tu ehlê ‘ilmê û istilahên ‘ilmî yî, binêre kitêbên exlaq, wek: Teharetul e'raq û kitêbên rehmetî yên Feyzê kaşanî û Meclisî û du Neraqî ya. û eger tu xwe bê niyaz zanî an tu lazim nizanî exlaqên baş peyda kî û xwe j exlaqên kirêt paşda bidî, qene cehla xwe ku maka nexweşiya ye, derman bike.

Emê vê xeberdanê j teberruk ra pê neqla hinek hedîsan xilas bikîn:

Hezretê Sadiq selam lê bin dibêjê: «xudayê te’ala exlaqên hêjayî dane resûlê xwe selat û selam l wî û alê wî bin , vêca l xwe binêrin eger d hewe da hebûn hemd‌ê Xudê bikin û pitir xwe pêve reht bikin. Deh j wan evin: Yeqîn, qena’et , sebr û xweragirî , şukr , hilm û nermî , xweş exlaqî , sexawet û merdî , xîret , şuca’et û cesaret, her wiha camêrî».

Hezretê Sadiq selam lê bin : «exlaqên hêjayî j xwe ra bigirin, çikû birastî Xudê hej exlaqên hêjayî û bijartî dikê. û xwe j karên pîs û kirêt paşda bidin, çikû kerbê Xudê jê tê ... Xweş exlaq bin çikû ew d dereca rûjîgirê ‘ibadetkar da ye ...»

Hezretê Baqir selam lê bin : «xweş exlaqtirîn, kamil îmantirîne».

Pêxember selat û selam l wî û alê wî bin : «roja Qiyametê baştir j xweş exlaqyê nakevê d mîzan û kêşeka kesî da».

U kerem kir: «tiştên ku pitir ummeta min dibin bihiştê, teqwatî û xweş exlaqî ne».

Hezretê Sadiq selam lê bin : «qencî û xweş exlaqî, welatan ava dikin û temena dirêj dikin».

Kerem kir: «Xudê xêra kesê şev û roj cihad‌ê dikê, didê yê xweş exlaq».

Vê derheqê da hedîs pirin. Çewa qenc exlaqî dibê sebebê kemala îmanê û giranya mîzanê û çûna bihiştê, exlaqê pîs vêca bervajyê wê: îmanê têk didê û mirûv datênê ber ‘ezabê ilahî, çewa ku d hedîsê da hatî gûtin:

Hezretê Sadiq selam lê bin : «çewa sirke hingvî xirab dikê, wereng nexweş exlaqî jî îmanê xirab dikê».

D riwayetekî da jî wiha hatiye: «exlaqê xirab ‘emelan têk didê, çewa ku sirke hingvî xirab dikê».

J pêxember selat û selam l wî û alê wî bin neql bûye ku gût: «Xudê tewba yê pîs exlaq qebûl nakê. Sebebê wê pirsîn ewî kerem kir: Çikû çiqa j gunehekî pûşman dibê û tewbe dikê dikevê nav gunehek xirabtir ra».

Hedîs: «nexweş exlaq d nav ‘ezab da ye». Ev me'lûme ku pîs exlaqî daim sebebê nexweşiyê ye û d ‘alemên dî da jî sebebê tengî û nexweşî û tarîtyê ye, çewa ku me‌ d şirûva hinek hedîsan da jê xeber da. «wel hemdu lillah ewwelen we axiren».